Gunduz ê hat îdîakirin ku hatiye revandin, derket holê ku di bin çavan de ye 2020-11-10 15:12:42   STENBOL - Çaglar Denîz Gunduz ê ku hat îdîakirin ku ji aliyê polîsan ve  hatiye revandin, derket holê ku li Miduriyeta Polîsan a Vatanê dibin çavan de ye.    Duh hatibû îdîakirin ku endamê Meclîsa Partiya Şoreşgerên Yekbûyî yê berê Çaglar Denîz Gunduz, li ser Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê ji aliyê polîsan ve hatiye revandin. Agahiya Gunduz li Miduriyeta Polîsan a Vatanayê hat parvekirin.     Parêzerê Gunduz ê li Miduriyeta Polîsan geriya, diyar kir ku muwekîlê wî li ewlekariyê tê girtin û derbarê hinceta binçavkirina Gunduz de tu agahî nehatin dayîn. Parêzerên Gunduz, dan zanîn ku ew ê di nava rojê de, biçin hevdîtina muwekîlê xwe û pê re hevdîtinê bikin.