Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê 5 HDP'î ji peywirê hatin dûrxistin 2020-11-10 14:36:22 ŞIRNEX - Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê ku ji 17 kursiyan pêk tê, 5 endamên Meclîsa HDP'ê, ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji peywirê hatin dûrxistin.    Li Şirnexê, 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'î Mesut Nart, Yakup Tanis, Omer Gûngen, Şîrîn Kilinc û Elfesya Nas hatibûn binçavkirin, li ser biryara Wezarata Karê Hûndir ji peyvirê hatin dûrxistin.    Endamên Meclîsê yên ku li mala xwe bûn, bi telefonê li wan geriyan û ji wan re hat gotin ku "Di çarçoveya bergiriyan de, bi awayekê demkî" ji peywirê hatin dûrxistin.   Bi vê biryara hat girtin, hejmara endamên Meclîsa HDP'ê ku bi giştî  17 bûn, daket 12'an.