Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da 2020-11-10 11:26:14   MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê, zarokê 2 salî Emîr Aydin ku li benda neqla hucreya kokê bû, jiyana xwe ji dest da.    Zarokê 2 salî Emîr Aydin ku ji taxa Tepebaşî ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê bû û li benda neqla hucreya kokê bû, li beşa venêrîna zêde ya nexweşxaneyeke Enqereyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî salekê bû ji bo Aydin kampanya dîtina hucreya kokê hatibû destpêkirin lê hecre kokek guncav nehatibû dîtin. Herî dawî hatibû ragihandin ku dê ji bavê wî hucreya kok neqlî wê bê kirin.    Wê cenazeyê Aydin li Qoserê bê veşartin.