Nîviyê malbata sûriyeyî li parkê radizê 2020-11-10 09:01:21 ÎZMÎR - Di erdheja Îzmîrê de xaniyê malbata sûriyeyî El Hasan jî texrîb bûbû. Malbata El Hasan malbateke qelebalix e û tenê konek dane wan. Ji ber vê nîviyê malbatê li parkê radizê.  Ji ber erdheja Îzmîrê ku 115 mirov jiyana xwe ji dest dabûn û gelek avî xesar dîtibûn, bi sedan malbat di konan de dimînin. Yek ji van malbatan jî malbata El Hasan e. Malbata El Hasan 8 sal ber ji ber şerê li Sûriyeyê ji Minbîcê hatiye Dîlokê û ji wir jî hatiye Îzmîrê.    15 ferdên malbata El Hasan hene. Li Taxa Manavkûyû ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê ye. Lê belê ji ber erdhejê xaniyê ku tê de bûn xesar dîtiye. Ferdên malbatê ku nikarin biçin mala xwe, di konê ku hatiye dayîn de dimînin. Lê ji ber ku konek tenê hatiye dîtin, hin ferdên malbatê li Parka Bariş Manço radikevin.    Hale El Hasan a 25 salî, anî ziman ku 3 zarokên wan hene û got, piştî şerê Sûriyeyê dest pê kiriye hatine Tirkiyeyê. El Hasan got: "Dema erdhej çêbû pir tirsiyam. Em ji ber şer reviyan, hatin vê derê. Erdhej çêbû. Min got qey ê zarokên min bimirin. Kon sar in. Dê zarok nexweş bikevin. Nahêln em biçin mala xwe. Me tu eşya jî bi xwe re neaniye."    NEXWEŞ Û EXTIYAR E, LI DERVE DIMÎNE    El Hasan, bilêv kir ku konek tenê dane wan, lê belê ji ber ku qelebalix in kon têra wan nake û ji ber vê dayika wê ya nexweş li derve dimîne. El Hasan, diyar kir ku 8 xizmên wan ên wekî dêya wê jî li derve dimînin. El Hasan, diyar kir ku hevjînê w li ser înşeatan dixebite, lê ji ber ku kar pir tune ye pirî caran betal dimîne û ji ber vê zehmetyê dikişînin.    Hasan El Hasan ê 20 salî jî anî ziman ku li restaûrantekê dixebite. El Hasan, bilêv kir ku gava li kar bûye erdhej çêbûye û ji ber dêya wî nexweş û di nav ciya de bûye bi bazdan çûye malê û got: "Cîranan dêya min derxistine derve. Gava min dît dêya min baş e, cardin vegeriyam çûm cihê kar. Gava min ji bo 6 kesên di bin enqaza avahiya Riza Beyê de mabûn kir, li ser pişta xwe ketim. Lewma 5 rojan li Çîgliyê li cem xizmên xwe mam. Dû re hatim vê derê, lê 2 roj in dibêjin kon tune ne. Em li parkê dimînin."    MA / Tolga Guney - Esra Solîn Dal