9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kirin 2020-11-10 09:01:16 AMED - Dadgeriya Înfazê ya Cezayî, derbarê girtiyekî de biryarek dabû. Lê belê îdareya Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê, 9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kiriye.  Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê, girtî Mahsûn Sarûhan ji ber ku îdareya girtîgehê pritûk nedaye wî, îtiraz kiriye û serî li Dadgeha Înfazê ya Ceza ya Amedê daye. Lê belê îdareya girtîgehê 9 meh şûnde biryara dadgeriyê teblîxî Sarûhan kiriye.    PIRTÛKA 'KURD Û KURDISTANÊ' NEDAN WΠ   Pirtûka "Kurd û Kurdistanê" ya Kemal Bûrkay ji Sarûhan re tê şandin. Lê belê çendî ku derbarê pirtûkê de biryareke qedexekirinê tune ye jî Desteya Perwerdehiyê ya Girtîgehê bi hinceta "ji bo ewlehiya girtîgehê xetere ye" pirtûkê nade Sarûhan. Sarûhan, îtiraz dike û di 18'ê Mijdara 2019'an de serî li Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Amedê dide.    Dadgerî jî ji bo pirtûkê de rapora pêzaniyê dixwaze bê ka pirtûk "ji bo ewleyiya girtîgehê xetere ye yan na". Rapora pêzaniyê jî derpêş dike ku di pirtûkê de tê diyarkirin ku Osmanî û Komara Tirkiyeyê li hemberî kurdan nebaş tevgeriyaye, di warê ziman de qirkirinek kiriye û hêmaya Kurdistanê tim bi ruh can kiriye.    Piştî raporê dadgerî jî derpêş dike ku biryara îdareya girtîgehê ne dijî qanûnê ye û îtiraza Sarûhan red dike.    Dadgerî di 24'ê Çileya 2019'an de biryarê dide, lê belê îdareya girtîgehê 9 meh şûne biryara dadgeriyê teblîxî Sarûhan dike.