Xwendekar: Em bi xetereyê re rû bi rû ne 2020-11-10 09:01:13 STENBOL - Lîseyiyên Şoreşger, anîn ziman ku rizandin û herifandina di pergala perwerdehiyê de, bi şewba Covîd-19'ê tam aşkere bûye û gotin: "Ji ber ku tevdîr baş nehatine girtin perwerdehiya rû bi rû ji bo wan cihê xetereyê ye." Ji ber şewba Covîd-19'ê li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û kesên pê dikevin zêde dibe. Yek ji qada ku bandor ji şewbê girtiye jî qada perwerdehiyê ye. Ji bo vê pergala EBA'yê hatibû avakirin, lê belê ji ber ku pergal qels e bi milyonan xwendekar sûdê jê nagirin. Lê belê tişta ku bûye cihê nîqaşê jî bêyî ku tevdîr baş bên girtin ji bo hin polan perwerdehiya rû bi rû dest pê kir.    Endamê Lîseyiyên Şoreşger (DEV-LÎS) Eren Kaya, anî ziman ku li rojhilat û rojavayê welêt di warê pergala perwerdehiyê de newekheviyek heye û got, ev newekhevî di pergala perwerdehiyê ya ji dûr ve bêtir rû daye. Kaya, bilêv kir ku ji bo xwendekar sûdê ji perwerdehiya ji dûra ve bigirin tablet hatine belavkirin, lê belê ji 100 malbatan malbatek tablet girtiye û got: "Gava tabletê didin jî nafikirin bê ka înternet hey yan na. Nexasim jî li rojhilatê welêt em nikarin behsa perwerdehiyê bikin. Perwerdehiya ji bo gelekî ku nikare bi zimanê xwe biaxvie ne tu perwerdehî ye. Ev, polîtîkayeke qirêj a îqtidarê ye."    Kaya got: "Jixwe pergaleke perwerdehiyê ya xitimandî hebû. Ev yek bi şewbê re careke din rizandin û herifandina vê pergalê derxist holê. Dibistanên ku tu tevdîr li wan nehatine girtin wekî qadên herî biewle didin der. Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk dibêje 'zarokên me di ewleyiyê de ne.' Lê em ne di ewleyiyê de ne. Heger ev senaryo wisa dewam bike, em ê li ber wan rabin."    Endama Dev-Lîsê Sedef Ozer jî anî ziman ku şewba Covîd-19'ê bandor li her kesî kiriye û got, îqtidarê di dema şewbê de tu tevdîr negirtine.    Ozer, anî ziman ku îqtidar xwendekaran wekî "karkeran" digihîne û got: "Ez xwendekara lîseke pîşeyyê me. Ez mecbûr im biçim dibistanê û stajê. Lê gava diçim ez bi xetereya şewbê re rû bi rû dimînim. Dewlet ji bo çerxa sermayeyê bigere her tiştî dike. Lê dema şewb derket holê pêşî qedexe danîn ber me ciwanan. Nexwe ji bo çi dibistan vekirin? Ji bo çerxa sermayeyê bigere em bi kar anîn."    Ozer, diyar kir ku îdareya dibistanê ji wan re dibêje "Heger hûn naxwazin werin daxwaznameyê binivîsin", lê belê gava neçin wê ji dersan bimînin. Ozer got: "Li dibistanê paqijî esas nayê girtin. Diviyabû maskeyan bidin, lê nadin. Dezenfektan têr nakin. Me derbarê vê yekê de li ser medyaya sosya anketek çêkir. Bi vê anketê me xwest em vê pergala rizandî teşhîr bikin."    Ozer, destnîşan kir ku divê şert û merc baş bibin û got: "Tevdîrên ku îqtidar nagire, em ê bigirin. Em ê hemû tiştên neyînî yên vê pêvajoyê teşhîr bikin."