Li Mêrdînê 2 serokên berê hatin girtin 2020-11-09 17:01:35 MÊRDÎN - Serokê Şaredariya Şemrexê yê berê Hasîp Aktaş û Serokê Şaredariya Bajaroka Xelîla Ahmet Încî hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, derbarê civîneke Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) ya di sala 2013’an de li Nisêbînê hatibû lidarxistin de lêpirsîn bi rêve bir. Di çarçoveya lêpirsînê de, di 30’ê Cotmehê de 15 kes hatibûn binçavkirin.    Bi Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan re 8 kes di rojên derbas bûyî de ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan û Serokê Şaredariya Bajaroka Sitîlîle ya girêdayî navçeya Nisêbînê Lokman Findik jî hatibû girtin.    Hatîce Kalkan, Husnu Agirman, Serokê Şaredariya Şemrexê yê berê Hasîp Aktaş û Serokê Şaredariya Bajaroka Xelîla ya Kerboranê Ahmet Încî piştî lêpirsîna wan a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû serê sibê sewqî Edeliya Mêrdînê hatin kirin.    Kalkan û Agirman bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Încî û Aktaş bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Încî û Aktaş ên hatin girtin şandin, Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.