Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê 2020-11-09 15:33:09 STENBOL - Buroya Hiqûqî ya Bindestan, diyar kirin ku muwekîlê wan hamet Ayva dibin çavan de sîxûrtî ferzî wî hatiye kirin û gotin: “Bi awayekê sistematîk kiryarên bi vî awayî tên birêve birin.”    Buroya Hiqûqî ya Bindestan (EHB) derbarê muwekîlê xwe Ahmet Ayva yê ji 7’ê Mijdarê ve dibin çavan de ye û tundiya derûnî lê tê kirin de, li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi salona daxuyaniyê ve, pankarta “Bi rêbazên zext û bi gefan îfade girtin û bi zorê îtirafkarî ferzkirin” hat daliqandin.    YOLERÎ: DI 10 MEHAN DE 160 BÛYER   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di bin çavan de rû didin û wiha axivî: “Danayên heyî ji rastiyê pir dûrin û her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Di 10 mehên ewil ên saal 2020’an de 160 bûyerên revandin, sîxûrtî ferz kirin, bi gefan îfade girtin û bi zorê îtîrafkarî ferzkirin rû dan. Divê ev sûc veşertî nemînin. Em ê piştgiriya xwe ji mirovên rastî van zextan tên re dewam bikin.”   ÛÇAR: BI PERGALÎ BÛYE   Parêzera EHB’ê Sezîn Ûçar jî, diyar kir ku sîxûrtiya dibin çavan de ferzkirin bûye sistematîk û wiha bilêv kir: “Muwekîlê me Ahmet Ayva ji roja ku tê binçavkirin û heya roja îro ji bo ku bibe îtîrafkar zorî lê tê kirin. Ev qedexe rêbazekê lêpirsînê ye. Kesên van sûcan dikin, divê derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin. Em vê yekê daxwaz dikin.”    BAVÊ AYVA: BILA BI DAWÎ BIBE   Bavê Ayva Fahrettîn Ayva jî, fikarên xwe yên derbarê tenduristiya kurê xwe de anî ziman û wiha got: “Ez dizanîm ku rastî zextên derûnî hatiye. Îtîrafkarî û sîxûrtî ferzî wî kirine. Em li pişt kurê xwe ne. Divê ev pêkanîn û kiryar bi dawî bibin.”   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçecî û Hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût ên piştgirî dan daxuyaniyê jî, wiha bertekên xwe anîn ziman: “Ji bo ku hebûna xwe dewam bikin, dixwazin civakê birizînin. Êdî rewş wisan bûye li vî welatî her tişt diqewime. Emê li dijî bêhiqûqiyên heyî, her tim têkoşîna xwe dewam bikin. Em ne bi tenê ne. Emê bi têkoşîna xwe bersiva hemû zextan bidin. Divê Ahmet Ayva tavilê were azad kirin.”