Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne 2020-11-09 14:27:10 ŞIRNEX – Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, derbarê operasyona binçavkirinê ku serê sibehê li navçeyê li hemberî endam û rêveberên wê pêk hatibû, bi daxuyaniyek şermezar kir û got ku wê tu carî çok neşikîne.   Îro danê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polisan bi ser malan de girtibû û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 10 endam û rêvebirên HDP'ê binçav kiribûn. Hat hînbûn ku her 10 kes jî bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin û derbarê dosyaya wan de biryara nepeniyê û hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.   Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, derbarê vê operasyona binçavkirinê ku serê sibehê li navçeyê li hemberî endam û rêveberên wê pêk hatibûn de, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da û binçavkirina endam û rêveberên xwe şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrîşên we nikarin me tune bikin” hat vekirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Endamên Meclisa HDP'ê yên Cizîrê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan beşadarî daxuyaniyê bûn.     'BI BINÇAVAN DIXWAZIN HÊVIYA GELAN TUNE BIKIN'    Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zîrîg axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi operasyonên qirkirinê tirsê li welat belav bike û wiha got: “Armanc dikin ku hemû dînamîkên dijberî hikûmetê tune bikin. Faşîzm dixwaze ku hêzên berxwedêr ên civakê ku çavkaniya hêviyê ne, bi binçavkirin û girtinan tune bike. Di serdegirtina malan de deh hevalên me hatine binçavkirin. Bloka faşîzan divê baş bizanibe ku HDP'ê tu carî çok naşikîne û wê neşikîne jî. Gelê Botanê, weke her carê wê îro jî li dijî zilmê bisekine. Zext û êrîşen we nikarin me bidin sekinandin."      Piştî Hevşaredara Zîrîf Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî axaftinek kir û da diyar kir ku ew ê bi operasyonan serê xwe netewînin û got ku gel kuderê be dê HDP jî li wir be.   Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê jî pêk hat û daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.    NAVÊN KESÊN BINÇAVKIRÎ   Li aliyê din kesên ku hatibûn binçavkirin navê wan tevan diyar bû û wiha ne: Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû, Endamên Meclisa Şaredariya HDP'ê yên Cizîrê Alî Tanis, Mesût Ûckac, Mesût Nart, Sabrî Erdogmûs, Azîz Ûygûr, Selahattîn Ozkalay û endamên HDP'ê Cîhan Olmez û Reşît Çagli.    Her wiha hate hînbûn ku polisan bi ser mala Emîn Kalkan û Mûstafa Dal de jî girtine lê ji ber ku ne li mal bûne nehatine binçavkirin.