Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin 2020-11-09 13:27:32   AMED - Keça girtiyê nexweş Şemsedîn Kargili ku li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dimîne, Rojda Kargili, diyar kir ku ji ber bavê wê bi telefonê binpêkirinên mafan ji wan re ragihandiye mehek cezayê hevdîtinê danê.   Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Şemsettîn Kargili ku 27 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dimîne, di 9’ê mijdarê de de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Keça Kargili Rojda Kargili, diyar kir ku ji ber ragihandina binpêkirinan, rêveberiya girtîgehê derbarê bavê wê de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û heta mehekê hevdîtinê li qedexe kiriye. Kargili, da zanîn ku ji ber pêvajoya pandemiyê bavê wê cezayê dîsîplînê ku lê hatiye birîn îttîraz nekiriye.