Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin 2020-11-09 13:03:35   ÎZMÎR - Danişîna doza nûçegihana me Ruken Demîr a bi hinceta nûçeyên çêkirine tê darizandin, ji ber avahiya edliyê di erdhejê de bi bandor bibû hat taloqkirin.      Li bendê bû ku îro, 3’yemîn danişîna doza nûçegihana me Ruken Demîr a ku bi hinceta nûçeyên derbarê  çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2018’an de li girtîgehan dest pê kirin û Çiyayên Kazê de çêkiribûn, di 26’ê Mijdara 2019’an de hatibû girtin û piştî 4 mehan hatibû berdan, bê dîtin. Lê ji ber ku avahiya edliyê di erdheja Îzmîrê de bi bandor bibû, danişîna Demîr hat taloqkirin.    Hat diyar kirin ku wê dûre dîroka danişînê bê diyar kirin.