Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-11-09 11:13:08   COLEMÊRG – Endamê Şaxa SES’ê ya Colemêrgê Mehmet Mollamahmûtoglû, ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Colemêrgê Mehmet Mollamahmûtoglû ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê tedawiya vîrûsa koronayê didît, îro danê sibehê jiyana xwe ji dest da. Xizmên Mollamahmûtoglû, cenazeyê wî ji nexweşxaneyê girtin û ji bo definkirinê birin Colemêrgê.