Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin 2020-11-09 10:15:53 ÎZMÎR – Nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan, bi jinên mexdûrên erdhejê re hevdîtin kirin û xwestin ku demildest daxwazên jinên mexdûrên ên derûnî, hevwîn û aborî bên bersivandin.  Piştî erdheja bi pîleya 6.6’an li Îzmîrê pirsgirêk hewîn û tenduristiyê yên mexdûrên erdhejê didome. partiyên siyasî û saziyên jinan ku li herêma erdhejê xebatan dimeşînin, ji bo pêwistiyên lezgîn ên jin û zarokan bang kirin.     WÊ KOMEKE MOBÎL BÊ AVAKIRIN   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, diyar kir ku wê partiya wan bi Koordînasyoneke Mobîl li qadên kon xebatan bimeşîne û wiha got: “Herî zêde jin û zarok ji erdhejê bi bandor bûne. Pêwistiyên kon, xwerek û paqijiyê yên malbata xwe jin tespît dikin. Hewl didin bandora derûnî ya erdhejê ya li ser zarokên xwe bidine hilanîn. Jin dixwazin derbasî malên xwe bibin. Ji ber hewaya sar divê destpêkê mafê hewînê yê jinan bê dabînkirin.”   JIN KAR DIXWAZIN    Endama Partiya Kedê (EMEP) Nûray Ozturk, diyar kir ku derbarê pêwistiyên jin û zarokên mexdûrê erdhejê xebatan dimeşînin û wiha got: “Jinên ku li konên erdhejê dijîn pirsgirêka wan a herî mezin bêkarî û xizanî ye. Piraniya jinên ku me bi wan re hevdîtin kir ji pandemî û qrîza aborî bi gazin din. Ev gumanên bêkariyê di hêla derûniyê de bandor li jinan dikin. Li gel van pirsgirêkan niha jî pirsgirêkên erdhejê re mijûl dibin. Jin kar dixwazin û ji erdhejê zêdetir xema wan bêkarî ye.”    JIN NIKARIN XWE BIŞON   Ji Tora Parastina Jinê Gîzem Çoşkûn, bi lêv kir ku li konan kar li ser milê jinan e û derbarê rewşa jinan de ev tişt anî ziman: “Hemû jinên ku me bi wan re hevdîtin pêk anîn hê jî bandora erdhejê li ser xwe navêtine. Hemû karên konan jin dikin. Herî zêde kincên binî tên tên xwestin. Li qadê serşok hene lê ji berk u ewle nabînin jin serê xwe naşon. Derûniya jinan gelek xerab bûye. Di rojên pêş de piştgiriya derûnî wê ji bo jinan gelek baş be.”   HERÎ ZÊDE JINAN SERÎ LÊ DA    Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Muzeyyen Alpşen jî destnîşan kir ku li konan herî zêde jin serî li piştgiriya derûnî didin û ev tişt anî ziman: “Jineke ku ji hevjînê xwe cihê dijî û mala wê hilweşiyaye, herî zêde guman dike ku hevjînê wê li konan wê û zarokê wê bibîne. Pirs kir ku dikare vê pirsgirêkê çawa çareser bike. Divê bi awayekî lezgîn dewlet xizmeta derûnî û hiqûqî bide jinan. Divê bia awayekî elzgîn pêwîstiyên hewîn , aborî û derûnî yên mexdûrên erdhejê bê bersivandin.”   MA / Sevda Aydin