Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin 2020-11-08 19:11:50   AMED - DAKAP’ê xwest ku hemû jin li dijî her cûre tundiyê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û ev tişt got: “Di dema mezinkirina rêxistinkirina jinan de hûn nikarin ciwanên me tevizînin, jiyana jinan bi fihûşê reş bikin û qadên jiyanê veguherînin rantê.”      Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, derbarê veguherandina bajêr, tiryak û fihûşê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rêzan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel û gelek endamên DAKAP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan pankartên ‘Ez xwe û bajarê xwe li hemberî tiryak û fihûşê diparêzim’ , ‘Em xwe diparêzin’ û ‘Li dijî hişmendiya zilam ez xwe û bajarê xwe diparêzim’ hilgirtin û dovîzên ‘Jin bi hevre xurtin’ , ‘Peymana Stenbolê dide Jiyîn’ , ‘Ji tacizê re êdî bes e’ , ‘Jin jiyan azadî û ‘Di fitrata me de berxwedan heye’ rakirin.    ‘QADÊN GEL WERGÊRANDINE CIHÊ RANTÊ’   Di daxuyaniyê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Onen axivî. Onen, diyar kir ku pergal di bin banê vegûherandina bajar de heremên ku gel lê dijî bi pêşkeşkirina alîgiran bi komkujiyeke çandî re rûbirû dihêlin û wiha got: “Qadên gelê xizan wergêrandine cihê rantê û koçberiyê li gel ferz dikin. Li tevahiya cîhanê bikaranîna tiryakê dikeve lê li Tirkiyeyê her ku diçe bikaranîna wê zêde dibe. Desthilatdarî sûdê ji tiryakê digire. Ji ber ku du desthilatdarî tucar gelekî zanyar û zanîst naxwaze. pêşeroja welatîiyan ditevizînin.”   ‘TACÎZ, TECAWIZ Û FIHÛŞ HER KU DIÇE ZÊDE DIBE’   Di berdewama daxuyaniya xwe de Onen, bal kişand ser bûyerên tacîz û tecawizê jî û wiha axivî: “Faîlên dosyayên tecawizan bi cesareta ku ji desthilatê digirin dibêjin ‘tu gilî bikî jî tiştek bi min nayê’ û jinan bêçare dihêlin. Tacîz, tecawiz û fihûşên ku her diçe zêde dibin ji polîtîkayên şerên taybet ne serbixwe ne. Her jina ku tê qetilkirin û mafê jiyana wê hatiye xesp kirin tiliya desthilatdariya ku bi hişmendiya zilaman di meriyetê de ye di nav de heye.”   BANGA LI JINAN   Onen bang kir ku hemû jin di 25’ê Mijdarê li dijî her cûre tundiyan li qadan bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dema mezinkirina rêxistinkirina jinan de hûn nikarin ciwanên me tevizînin, jiyana jinan bi fihûşê reş bikin û qadên jiyanê veguherînin rantê. Ji bo ku em ji hemûyan re bêjin bes e li vir in û em berdewam bikin ku li qadan bin.”   Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Em xwe diparêzin” û “Bijî berwedana jinan” berz kirin. Daxuyanî bi gotina stranan û xwendina helbestan bi dawî bû.