Ji Koca hişyariya rûpoşan 2020-11-08 14:17:44   ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, têkildarî vîrûsa koronayê ev hiştiya rûpoşan kir: "Hewa sar bû. Hin zêdetir piştrast bû ku şewba vîrûsa koronayê bi rêya poz belav dibe."   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, derbarê bi kar anîna awayê rûpoşan de, li ser hesabê xwe yê medya civakî hin hişyarî kirin. Wezîr Koca, di hişyariya kir de wiha got: "Hewa sar bû. Li gorî rê û rêbazê rûpoşan danin ber rûyê xwe. Wê ev yek, we hem ji Kovîd-19 û hem jî ji bapêşkê biparêze. Hin zêdetir piştrast bû ku şewba vîrûsa koronayê bi rêya poz belavê mirovan dibe."