Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan 2020-11-08 10:48:31 COLEMÊRG - Kolberê bi navê Mîslîm Kasimî yê ku di navbera sînorê bajarê Urmiyê ya Îranê û Bajaroka Bajêrganê eskeran birîndar kiribû, hat berdan.    Di 31’ê Cotmehê de, li ser sînorê di navbera gundê Bilindbasan a girêdayî bajaroka Bajêrganê ya  navçeya Gever a Colemêrgê û gundê Koranê ya girêdayî bajarê Ûrmiyê ya Îranê, di encama gulebarandina eskerên tirk de du birayên hev Misleh Kasimî yê 23 salû jiyana xwe ji dest da bû û Mislîm Kasimî yê 22 salî birîndar bibû. Mislim Kasimî piştî birîndar dibe wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Duh tedawiya Kasimî bi dawî bû û bi ambûlansê sewqî Edliya Geverê hat kirin. Piştî ku îfadeya Kasimî hat girtin, serbest hat berdan.    Dûre bi ambûlansê Kasîmî birin Deriyê Sînorê Başêrganê û bi ambulansa ji Îranê hatibû, şandin bajarê wî.    Birayê Kasimî Misleh Kasimî yê jiyana xwe ji dest da bû jî, pêr teslîmî malbatê hatibû kirin û malbatê cenazeyê kurê xwe di deriyê sînor re derbasî Îranê kir ku bir li gundê wî denfin kiribûn.