Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye 2020-11-08 09:10:42 DERSIM - Dayika 6 zarokan Sûltan Mûrat ku agir bi mala wê ya li gundê Oymadal ê navçeya Mazgêrdê ket û tevî xênî eşyayên wê şewitîn, ji bo debara xwe bike û xaniyê xwe çêbike bang li rayedaran kir ku alîkariya wê bikin.    Li gundê Oymadal ê navçeya Mazgêrd a Dersimê agir bi mala dayika 6 zarokan Sûltan Mûratê ketibû û xênî û eşyayên tê de tev de şewitîbûn. Agir ji ber panoya ceryanê bi xênî ketibû. Mûrat niha tevî zarokên xwe li cem mala xezûrê xwe dimîne û bi alîkariya cîranan debara xwe dike.    Şaredariya Mazgêrdê heya niha tenê tûxle û çîmento daye malbatê.    Hevjînê Mûratê 17 sal berê gava li madenekê dixebitî di bin hezanê de maye û ji ber vê nikare bixebite. Mûrat, bi şîrê 4 çêlekên xwe debaa xwe dike û ji bo xaniyê xwe çêbike bang li rayedaran kir ku aalîkariyê pê re bikin.    ‘ZIVISTAN E MA EM Ê BIÇIN KU'    Mûrat, bilêv kir ku êvarî agir bi xaniyê wan ketiye û bi zor û heft bela xwe xelas kirine. Mûrat, diyar kir ku xwe bi xwe bi ava depoyê agir tefandine û niha bi alîakriya cîranên xwe debara xwe dikin. Mûrat got: "Xaniyê me şewitî, me got qet nebe bila kaya me neşewite. Cîranên me zexîre û hin eşya dan me. Şaredariyê jî tenê tûxle û çîmento da me. Niha ez û zarokên xwe li mala xesûya xwe ne. Ew niha li cihekî din in. Lê gava bên mecbûr divê em derkevin. Ma em ê vê zivistanê biçin ku derê. Em çûn Midûriyeta Afet û rewşa Lezgîn a Dersimê. Me kon xwestin. Lê gotin em nikarin bidin."    BANGAWAZΠ   Mûrat, anî ziman ku eşyayên wê giş şewitîne û got: "Kinc û pêlavên zarokên min giş şewitîn. Em zehmetiyê dikişînin. Pêdiviya me bi nivînan, kincan û kincên zarokan heye. Bi zorê xwarinê çêdikim. Di vê sermayê de diçim avê ji derve tînim. Heger berf bibare dê zehmetir bibe. Ez û 6 zarokên xwe di odeyekê de dimînin. Em dixwazin alîkariya me bê kirin. Pêdiviya me bi alîkariyê heye. Ji lewra 17 sal berê hevjînê min di bin hezanê de ma. 4 salan di nav ciyan de ma, paşê rpor danê. Platîn di canê wî de ye. Kîsikê kolostomiyê bi kar tîne. 5 sal in me jê re kîsikê kolostomiyê nekiriye, lewma kîsikê dermanê cilan bi kar tîne."    MA / Ayşe Surme