Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê 2020-11-08 09:09:58 STENBOL - Mehmet Bal, piştî ku çûbû girtîgehê seredana kurê xwe kiribû, winda bûbû. 290 roj in xeber ji Bal nayê girtin. Parêzerê malbatê dosyeya Bal şand AYM'ê. Parêzer Ahmet Baran Çelîk got, tê xwestin ku dosyeya Bal daxilî nav ya kiryar nediyaran bê kirin.    Mehmet Bal, di 24'ê Çileyê de ji bo biçe seredana kurê xwe yê di girtîgehê de bike ji Êlihê ketibû rê û çûbû Stenbolê. Piştî seredana kurê xwe dike diçe Bagcilarê cem xizmên xwe. Piştî xizmên xwe dibîne, hew xeber jê tê girtin. 290 roj in xeber jê nayê girtin. Piştî malbat xeberê jê nagire serî li qereqola polîsan a Gayrettepeyê û Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dide. Piştî serlêdanê lêpirsîn tê destpêkirin. Piştî lêpirsîn tê destpêkirin di qeydên mobeseyê de derdikeve holê ku herî dawî Bal li Îskeleya Emînonuyê li vapûra Kadikoyê siwar dibe. Lê belê derbarê çûyîna Kadikoyê de tu dîmen bi dest neketine. Her wiha malbata Bal dibêje ku sinyalên telefona Bal jî kêm in.    RUSTEM YILMAZ KÎ YE?    Li gor qeydên derbarê sinyala telefona Bal de ku dane malbatê; saet ji 9'ê serê sibehê heya 18.32'yê êvarî sinyal ji telefona Bal hatine girtin û ji 18.32'yan heya 21.11'an jî sinyal hatine birîn. Li gor sinyala 21.11'an, telefona Bal li devereke Kûrtkoyê sinyalê dide. Her wiha deqeyek ûnde jî fîrmaya otobêsan a Lîna Anadolû Turîzmê telefonî Bal dike û li gor vê jî sinyal ne li Kûrtkoyê li Kuçeya Mozaîk No 11 a Taxa Eyûp Sûltan a Sancaktepe ya Stenbolê lê daye.    Piştî Bal winda dibe bi mehekê kesê bi navê Rustem Yilmaz, telefonî malbatê dike û dibêje hefteyek berê Bal dîtiye. Piştî vê malbat diçe qereqolê. Polîs jî telefonî wî kesî dikin, lê belê îfadeya wî nagirin. Malbatê xwest qeydên HTS'ê yên vî kesî bên lêkolînkirin, lê belê daxwaza malbatê nehat qebûlkirin.    Dozgerî jî bi hinceta derbarê revandin, bi darê zorê destserkirin an jî kuştina Bal de delîl tune ne biryara neşopandinê daye.    KIRYAR NEDIYAR    Parêzerê malbatê Ahmet Baran Çelîk jî anî ziman ku piştî dozgeriyê biryara neşopandinê daye, îtiraz kirine lê belê îtiraza wan hatiey redkirin. Çelîk, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin dosye daxilî nav yên "kiryar nediyaran" bê kirin.    Çelîk got, di 23'yê Tîrmehê de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane.    Çelîk, diyar kir ku heya niha çi erênî çi neyênî tu tiştek ji wan re nehatiye gotin û got: "Texmîna me ew e ku Bal hatibe windakirin. Çimkî îfadeya kesê piştî mehekê telefon dike nehatiye girtin. Dîmen û sinyal kêm in. Bi ser de jî lêpirsîneke sûkî. Dîmenên Bal ên li Kadikoyê tune ne. Ne kamerayên kafeyan, ne yê marketan û ne jî yên deverên din û ne jî yên mobeseyan nehatin vekolandin. Gava dîmena wî ya gava ji vapûrê datê bê vekolandin, dê bê dîtin ku ka bi kîjan aliyî ve çûye. Lê ev yek nayên kirin û dosye daxilî nav yên kiryara nediyaran kirin. Ji bo ev xusîs zelal bibin divê cardin dosye bê vekirin. Lewma me serî li AYM'ê da."    Çelîk, destnîşan kir ku dixwazin dosye ji nû ve bê vekirin û lêpirsîneke çalak bê kirin.    'WINDA NEBÛ HAT WINDAKIRIN'    Pismamê Bal Abdûlselam Bal jî got: "Li orta Stenbolê, mirovekî 58 salî çawa ji nişkave winda dibe? Winda nebûye. Ez bawer im hatiye windakirin. Hêzeke mezin wî winda kir. Heger dewlet bixwaze dikare di saneyeyekê de jî bibîne. Lê deng ji xwe nayne. Êdî her kes dizane ku Bal hatiye windakirin. 9 meh in me xeber jê negirtiye. Heger wijdanê wan hebe, bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Sax e yan miriye bila ji me re bibêjin. Heger mirîbe bila ji me re bibêjin, qet nebe em rahêlin hestiyê xwe. Lê nabêjin. Resmen îşkenceyê dikin. Ma wê heya kengî vê zilmê bikin. Gava şeyek mirov jî winda bibe, mirov wî şeyî ji bîr nake. Lê salek e mirovek nexuyaye. Berpirsiyar rayedarên dewletê ne."    MA / Mehmet Aslan