Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn 2020-11-07 12:15:30 AMED –  Xizmên windayan,  aqûbeta Ender Togcû ku ji sala 1994’an ve li Amedê agahî ji nayê girtin pirsîn.   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” her hefte li dar dixin, di hefteya 613’emîn de li ser hesabên medya civakî yên ÎHD’ê bi dîmenekî li dar xistin. Di çalakiyê de rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavûz, aqûbeta Ender Togcû ku ji 29’ê mijdara 1994’an ve li Amedê agahî ji nayê girtin pirsî.   ‘EM Ê CENAZEYÊ WÎ TESLÎM BIKIN’   Yavûz, diyar kir ku Togçû dema ku di 29’ê mijdara 1994’an de ji bo pirsa jinbira xwe biçe nexweşxaneyê ji ba kekê xwe Alî Togçû veqetiya ve agahî jê nayê girtin û wiha got: “Ew roj dayika Togçû li nexweşxaneyê li ber bûka xwe bûye. Li gorî daxuyaniya dayika Togçû, ew roj togçû neçûye nexweşxaneyê. Di heman şevê 7-8 polisa bi ser mala bavê Togûç de digirin û bi lêdana pirsa Togûç ji bavê wî Huseyîn Togûç dikin. Bavê Togûç, ji tirsa ji polisan re dibêje ku kurê wî beriya 3 rojan çûye kayseriyê. Li ser vê polis ji bavê Togûç re dibêjin ku Togûç di destê wan de û dê heta 3 rojan cenazeyê wî jê re bişînin.”   DIÇINE MALA KEKÊ WÎ JΠ   Di berdewamê de Yavûz, bi lêv kir ku polisên sivîl piştî bavê Togûç diçin mala kekê wî Alî Togûç jî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji kekê wî jî pirsa Togûç dikin. Birayê wî ji wan dibeje ku Togûç saet di 15.00’an de ji cem veqetiyaye û careke din wî nedîtiye. Li ser vê polis Alî Togûç digirin û disa diçin mala bavê wî. Rojek piştî vê rojê polis kekê Togûç ji qewê digirin û 3 rojan di bin çavan de dihêhiln. Li gorî agahiyên ku bavê Togûç daye; kurê wî dema di bin çavan de bûye dengê zarîna ji ber îşkenceyê ya birayê xwe dibihîze. Bavê Togûç her roj serî li dozgeriyê dide û pirsa kurê xwe dike lê dozgerî qebûl nake ku kurê di bin çavan de ye. Li gel hemû hewldanên malbatê jî encamek nayê girtin û 26 sal in agahî ji Ender Togûç nayê girtin.”