Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin 2020-11-07 11:52:28   WAN – Hat ragihandin ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ku gelek gardiyan bi vîrûsa koronayê ketine, gardiyan ji girtiyan re dibêjin, ‘Çawa be hûn ê bimirin’ û tundiya derûnî li ser wan çêdikin.    Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bi zêdebûn didomen. Girtî Sîbel Ûçar ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî, ragihand ku gardiyan tundiya derûnî li wan dikin û ev tundiya gardiyanan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve têrewakirin.    Ûçar, da zanîn ku gelek gardiyan bi vîrûsa koronayê ketine û ev tişt ragihandin: “Roja pênçşemê heta êvarê xwarin nedan girtiyan. Gardiyana ji me re gotin, ‘Çawa be hûn ê bimirin’. Bi gotinên bi vî rengî tundiya derûnî li me kirin. Em ji qantînê sûd wernagirin. Rêveberiya girtîgehê bergirî nagire û girtiyên temenê wan di seriya 65’an de yên bi nexweşiya pençeşêrê hene.    Ûçar, derbarê rewşa wan de banga hestyariyê li raya giştî kir.