Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin 2020-11-07 11:38:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Polîtburoya YNK’ê Mehmûd Sengawî, diyar kir ku “biryara şer” ne Parlamentoya Kurdistana Federe daye, Mesût Barzanî daye û got: “Me ji PKD’ê re got,e em ne alîgirê şerin.”  Endamê Polîtburoya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî, derbarê “biryara şer” a ku di encama civîna li mala Serokê PKD’ê Mesût Barzanî hat lidarxistin de, hat girtin nirxand û diyar kir ku ji bo ku şerekê muhtemel rû ne de, wan bi awayekê fermî nêrîna xwe bi PDK’ê re parve kirine. Sengawî yê ku ji Rojnewsê re axivî, wiha got: “Mesût Barzanî bi awayekê yek alî, biryara şerê li dijî PKK’ê girtiye û agahiya Wezîrê Pêşmerge ji veguhestina hêza ji bo herêma Behdînan nebûye. Hem YNK û hem jî Tevgera Goran ji bo pêşî li şer bigirin û hêminkirina aloziyê navbeynkarî kirine.”   ‘EM TEVLÎ ŞER NABIN’   Sengawî, da zanîn ku zextên hemû cîhanê li ser wan hene û wiha bilêv kir: “Ji hemû aliyan ve zext li ser me hene. Zext li ser YNK’ê û PDK’ê jî hene. Di warê yasayê navneteweyî ve ji me dibêjin hûn li van sînorane ne û li sînorê we êriş pêk tên. Eger hûn desthilatin çima vê çareser nakin. Ev hemû zext in û li ser YNK û PDK’ê jî heye. Ji derveyî vê jî kesûkarên qurbaniyan û ew gundên ku di encama bombebarana dewleta Tirk de vala bûne hemû li ser Kak Mesûd zext in. Em tevlî şer nabin û me ji PDK’ê re ragihandiye ku em ne li gel şer in.”   BANGA ‘DIYALOGÊ’   Sengawî derbarê banga endamê Komîteya Rêveberiya PKK’ê Mûrat Karayilan a weke “Çi dibe bila bibe, em amadene ku pirsgirêkên navxweyî bi diyalogê çareser bikin” û bersiva Barzanî ya ji bo vê banga Karayilan nirxand û wiha bilêv kir: “Em jî alîgirê diyalogê ne. Em bang li Barzanî dikin ku şer çênebe û bi PKK’ê re bikeve nava diyalogê. Bila pirsgirêkên heyî bi diyalogê bên çareserkirin.”   ‘ME NAVBEYNKARÎ KIR’   Sengawî, di dawiya axaftina xwe de, wiha got: “Me navbeynkarî kiriye. Em ne bi tenê ne, belku Tevgera Goran jî navbeynkarî kir. Hêvî dikin ku berhem hebe. Ez daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikim ku ji bo şer çênebe hewl bidin. Ji ber ku li kîjan cihî şer çêbibe, şerê Kurd bi Kurd tenê malwêraniye.”