Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye 2020-11-07 09:07:50 COLEMÊRG - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, bal kişand ser îfadeya eskeran a derbarê kuştina Şeralî Derelî û nakokiyên derbarê cihê bûyerê da û got, di mirinên li sînor de îhmalkarî ya dewletê ye.  Di 29'ê Cotmehê de li gundê Avyan ê bajaroka Esendere ya Gever a Colemêrgê, eskeran bavê 9 zarokan Şeralî Derelî yê 61 salî kuştibûn. Cenazeyê Derelî demeke dirêj li erdê hatibû sekinandin û her wiha hespê wî yê her roj li heman cihê girêdida jî hat kuştin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 5 eskeran hatibû girtin. Lê belê piştî îfadedayînê her 5 esker jî hatibûn berdan.    Her wiha eskeran di 31'ê Cotmehê de bera Mîsleh Qasimî yê îranî jî dabû. Qasimî, gava diçû gundê Koranê yê Ûrmiyeyê eskeran bera wî dabû û birîndar bûbûn. Qasimî niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tê tedawîkirin.    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, binpêkirinên mafan ên li herêmê û mirina welatiyên ku ji hêla eskeran ve tên kuştin nirxandin.    Canan, anî ziman ku di demên dawî de binpêkirinên mafên mirovan pir zêde bûne û got, ji ber ku bajêr nêzî sînor e binpêkirinên tên kirin jî aşkere dibin. Canan, bilêv kir ku mirov ji bo jiyana xwe bidomînin bazirganiya sînor dikin û got, lê belê ev yek nayê wateya ku dê kuştina mirovan bê rewakirin.    ÎHMALKARIYA DEWLETÊ    Canan, destnîşan kir ku mirinên li sînor îhmalkariya dewletê ne û ji bo kuştina Şeralî Derelî jî got: "Wî bazirganiya sînor nedikir. Gava li ber mala xwe hespê xwe girêdida, eskerên ji bo îxbareke cuda hatine wê derê wî dikujin. Pêvajoya hiqûqî didome. Her wiha ji du welatiyên Îranî ku yek jê hat kuştin û yek jê birîndar bû, yê birîndar tê tedawîkirin. Ev guzergah tê bikaranîn. A rast dewlet û esker bi vê rêyê dizanin. Heger hinekî din jî bi baldarî tevbigerin dê karibin van mirovan binçav bikin. Mixabin berevajî vê dikin. Ji xwe re hincetina çêdikin û welatiyê me dikujin. Ji bo pêşîlêgirtina vê ne xweşbîn im. Ji lewra gava tiliya rayedarên eskerî tê de be, darizandin jî durist nayê kirin. Delîl tên windakirin, lêpirsîn kêm dimîne. Lewma kesên tên darizandin jî an tên beraatkirin an jî hin cezayên biçûk li wan dibirin û bi vî awayî tên darizandin."    Canan, anî ziman ku heger li eskerên ku Derelî kuştin cezayekî sivik bê birîn, dê bûyerên bi vî rengî bidomin û got, dê polîtîkaya bêcezatiyê ji bo mirinên wî bibe cihê "wêrekiyê".    NAKOKΠ   Canan, bal kişand îfadeyên derbarê kuştina Derelî de jî û got: "Îxbara ku dê sewqiyata tiryakê ûçekan bê kirin ji we re tê, lê hûn radibin tenê bi 7 eskeran tên. Operasyona bi 7 eskaran derî aqilan e. Heger îxbar hene, herî kêm divê 50 esker biçin. Lê li gor me, îfadeya malbata Derelî rast e. Gava em li cihê bûyerê mêze dikin, di navbera cihê ku hesp lê hatiye kuştin û cihê ku Şeralî lê hatiye kuştin bi qasî 100 metreyî mesafe heye. Cahnî jî birîndar dibe û wî ji bo tedawiyê dibin. Em nizanin ji bo çi kirine. Li gor îfadeyên malbatê; Şeralî bi qasî 4-5 saetan li erdê maye û bi wî awayî miriye. Heger mudaxile bihata kirin, dibû ku xelas bûbûna."    MA / Mujdat Can - Mazlûm Engîndenîz