Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe 2020-11-07 09:07:07 WAN- Esnafên ku ji ber şewata li Bazara Rûs a li Qerqeliyê degehên wan ji dest wan çûn, xwestin piştgiriya wan bê kirin û gotin: "Ji niha pê ve dê kes nikaribe nan bibe mala xwe."  Di 3'yê Mijdarê de agir bi Bazara Rûs a li navenda navçeya Qerqelî ya Wanê ketibû û 91 dikan şewitîbûn. Esnafên ku xisirîne li benda alîkariyê ne.  Serokê Kooperatîfa Bazara Rûs a Qiqeliyê Halîm Ozgur, diyar kir ku li bazarê 95 dikan hene, lê belê ji van dikanan 91 jê texrîb bûne. Ozgur, anî ziman ku piraniya esnafên li bazarê esnafên 20 salî ne û got, ked û tahba wan a 20 salî bûye arî. Ozgur, destnîşan kir ku pir mexdûr bûne û got: "Jixwe krîz hebû, bi ser de ev bûyer... esnaf bi temamî perîşan bûm. Em dixwazin rojek berî rojekê mexdûriyeta esnafan bê çareerkirin."    Ozgur, diyar kir ku walî seredna wan kiriye û ji wan re gotiye "bila esnaf serî li fona pêdiviyî bidin" û got: "Lê belê ev dê çi qasî derbasdar be, em nizanin. Hin rayedaran serdana vê derê kir, lê belê ji bo çarserkirina mexdûriyeta vê derê tiştek nehat kirin. Ked û tahba 20 salan di nav saetekê de bû arî. Daxwaza me ew e ku piştgiriya esnafan bê kirin."    BERTEK    Esnafê 15 salan Nejdet Ozevlî jî anî ziman ku tenê bi dikana xwe debara xwe dikir, lê belê ew jî bû arî û çûye. Ozevlî got: "Li vê derê karesateke mezin çêbû. 40 sal in bacê didim dewletê. Lewma em dixwazin di rojeke wiha de dewlet li cem me be."    Ozevlî, diyar kir ku walî seredana wan kiriye û gotiye "tiştekî ku em li vê derê bikin tune ye" û got: "Gelek tişt hene. Walîtî dibêje em ê 300-400 TL alîkariyê bidin we. Ev parsektî ye. Em ne parsek in, em parsekiyê nakin. Tenê em dixwazin rayedarên dewletê alîkariya me bikin."    Ozevlî, diyar kir ku mudaxileya ewil a îtfaiyeyê kêm bûye û got: "Wekî ku baxçe av bidn mudaxileyî agir kirine. Heger mudaxileya ewil bihata kirin dê ji xeynî 5-6 dikana pêvtir neşewitiyana. Paşê îtfaiyeya Şaredariay Bajarê Mezin a Wanê hat. Lê heya hat her tişt çûbû. Bila nebêjin 'me tefandiye', piştî tiştekî ku bişewite nema bixwe tefiya."    Ozevlî, diyar kir ku li vê derê sermayeye 100 kesî hebûye û 100 malbatî pê debara xwe dikir û got: "Lê niha hemû mexdûr bûne. Ji niha pê ve dê kes nikaribe debara malbata xwe bike."    ÎHMALKARIYA VEDAŞ Û ÎTFAIYEYÊ   Esnaf Adem Taşkir jî diyar kir ku ji ber îtfaiyeyê baş mudaxile nekiriye agir zû belav bûye û got: "Gava îtfaiye hat av jî tê de tune bû. Di warê perwerdehiyê de jî qels bûn. Gava îtfaiye hat, agir bitefanda dê ew qasî belav nebûna."   Her wiha Taşkir, destnîşan kir ku VEDAŞ'ê jî îhmalkarî kiriye û got: "Piştî agir bi saetekê ceryan birîn. Di şewatê de qabloya ceryanê qetiya û li nav mirovan ket."    ‘KETIME ETRA DEYNÊ XWE'    Zeynel Abîdîn Dînler ku 16 sal in li bazarê esnaftiyê dike, anî ziman ku ked û tahba wan bûye arî. Dînler, destnîşan kir ku esnaf hem madî hem jî manewî mexdûr bûne û got: "Sîgorteya me jî tune ye. Bi qasî 250 hezar TL malê min şwitî. Ew qasî jî deynê min heye. Ez neketime etra malê şewitî, ketime etra deynê xwe. Sibê dusibe gava deyndar bên ber derî ez ê çi bikim."   MA / Ozlem Yayan – Melek Şahîn