ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-11-07 09:00:34 * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku bi çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018'an de ku 200 rojan dewam kir, qewarek mezin li polîtîkayên tecrîd hat vekirin û got: "Ez di wê hêviyê de me ku bi têkoşîna gelan wê tecrîda mutleq bê şikandin." * Damezrênerê Altkat Sanatê Nevzat Sus, anî ziman ku ji roja ku şewb dest pê kiriye heye niha li ser sehneya xwe lîstikek jî nelîstine û lîstikvan Selver Çavûş jî got, kesên dixwazin şano bên girtin şewb bûye fersnd ji bo wan.    * Aborîzan Ahmet Şahînoz, diyar kir ku heger şewb biqede jî dê di warê aborî de bandora wê demeke dirêj dewam bike û got, heya bidawîbûna pandemiyê rawestandina deynan ne çare ye û dibe ku ev krîz sedema destpêkirina pêvajoyeke krîza bankeyan.    * Esnafên ku ji ber şewata li Bazara Rûs a li Qerqeliyê degehên wan ji dest wan çûn, xwestin piştgiriya wan bê kirin û gotin: "Ji niha pê ve dê kes nikaribe nan bibe mala xwe."    * Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, bal kişand ser îfadeya eskeran a derbarê kuştina Şeralî Derelî û nakokiyên derbarê cihê bûyerê da û got, di mirinên li sînor de îhmalkarî ya dewletê ye.    *  Li Goristana Taxa Ormanê ya Geverê, polîsan 6 caran gor xera kiribûn. Di êrîşa li ser goran de gora Suleyman Aksû jî hat xerakirin ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatan sal û nîvek berê gilî kiribûn, lê belê hîn jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye.    * Jinên ku şideta li jinê tê kirin û kuştina jinan wekî "qirkirinê" nirxandin, ji bo 25'ê Mijdarê li dijî şideta ku mêr li jinan dikin bang kirin û gotin: "Em faşîzmê birûxînin, azadiya xwe bi dest bixin."    * Dadgeha Îstinafê ji bo 19 hezar TL cezayê pereyî yê li polîsê ku birayên hev Mûhammed ê 7 salî û Fûrkanê 6 salî bi panzêrê eciqandibû û kuştibû, gotibû "guncan" e. Dayika her du zarokan nerazîbûna xwe ya ji bo biryara navbirî anî ziman û got: "Hewce bû, heta hetayê ceza li van kesan bihata birîn. Ev biryar nayê qebûlkirin. Xwedê ji wan re nehêle."    * Li Wanê, MEBYA DER, wê derbarê girtîgehan de daxuyanî bi de çapemeniyê. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a dema nû de, wê Gundê Kerpîç a Haymana ziyaret bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê, wê çalakiya xwe ya hefteya 815'an, ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixe. (12.00)    * Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 612'emîn de, li dar bixe. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê di hefteya 450'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û li Enqereyê jî di hefteya 322'yemîn de, wê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê çalakiyê li dar bixin. (13.30-14.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîsên TJA'yê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê wê çalakiyan li dar bixin. (12.00 -15.00)