Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-11-06 20:15:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 83 mirovên din mirin û 2 hezar û 436 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 83 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 436 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 722 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 389 hezar û 256.