Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin 2020-11-06 15:57:32 COLEMÊRG - Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê Îranî yê li sînorê Bajêrganê ji aliyê eskeran ve hat qetilkirin, hat gitin û şandin bajarê wî.    Eskerên TSK'ê di 31'ê Cotmehê de, li ser sînorê di navbera  Gundê Bilindbasan ê Bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê û Gundê Koranê yê Urmiyeyê li ser kolberan gule reşandin. Di encama gulebarandina eskeran de Mîsleh Kasimî yê ji Îranê jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Kasimî 7 rojan teslîmî malbata wî hat kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê girt û ji Deriyê Sînor ê bajaroka Bajêrganê derbasî Îranê bû.    Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Geverê û endamên partiyê, bi malbata Kasimî re tevgeriya û heya ber deriyê sînor birin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?    Misleh Kasimî (23) û birayê xwe Mislim Kasimî (22) ku bazirganiya sînor dikin, di 31’ê cotmehê de dema ku xwestibûn ji gundê Bilindbasan ê bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê derbasî Îranê bibin ji aliyê leşkerên tirk ve gule li wan hatibû reşandin. Di encama vê gulereşandinê de Misleh Kasimî (23) jiyana xwe ji dest da û birayê wî Mislim Kasimî (22) jî birîndar bibû. Mislim ê ji lingê xwe yê çepê birîndar bibû, dermankirina wî dewam dike.