Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike 2020-11-06 14:58:53 ÎZMÎR - Endezyarê Înşaetê Eray Dag, anî ziman ku birîna kolonên apartmanan cînayet e û wiha got: "Li navçeya Bayrakli, avahî li ser zeviyên çandiniyê ava kirine. Ji ber vê yekê hilweşîna xaniyan pir zêde ye. Eger hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin, xweza dê we ceza bike."  Li Îzmirê di 30'ê Cotmehê de erdeja hêça wê 6.6 pêl pêk hat. Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn ên Afetê (AFAD) heta niha 114 kes di erdhejê de mirin û Hezar 35 kes jî birîndar bûne û ji birîndaran 898 jê tabûrcî bûne û tedawiya 137 kesan jî didome. Têkildarî erdehjê Endezyarê Înşaetê û endamê Odeya Endezyarên Înşaetê ya girêdayî TMMOB'ê Eray Dag, têkildarî xebat û tedbîran agahî da ajansa me. Dag, anî ziman ku hêj 3 salî bû li Navçeya Gimgimê ya Mûşê erdhej pêk hat û wiha got: "Erdhej bû sedem ku bibib endezyar.  Min li hundir û dervê welat gelek qadên erdhejê lêkolîn kir. Vê erdhja dawî ya li Îzmirê, ne Îzmir, Tirkiye test kir. Bi vê erdhejê Tirkiye hat testkirin. Bi salan berê ÎMO xebat kir û tedbîr girtin. Ger ku tedbîr nehatina girtin, dê encama vê erdhejê hîn girantir bûya. Ji bo teknîk û zanist dakeve qadê Şaxa ÎMO  ya îzmirê pir ket nava hewldanan.    Dag, anî ziman ku di piraniyên projeyên avahiyên li Îzmirê de pirsgirêk heye û wiha axivî: "Hem pirsgirêka projeyan heye. Hem jî pirsgirêka ruhsat, venêrtin û bingeha erdê heye. Divê em bi vê rastiya xwe re bên rûqalî hev. Eger em bi vê rastiya xwe re heyên cem hev em ê xwe winda bikin. Eger em dixwazin bibin xizmetkarê civakê û fêda me li civakê bibe, divê em di ronahiya zanistê de tev bigerin. Divê fonskiyonên avahiyan bên guhertin. Eger hûn şitlek darê biçînin û hûn wê şitlê av nedin wê hişk bibe. Divê avahî jî her tim bên kontrolkirin. Divê her tim venêrtina avahiyê bê kirin. Cihê xaniyê yek qat û 2 qat lê bê avakirin em diçin avahiyên bilind lê ava dikin."     BIRÎNA KOLONA CÎNAYET E   Dag, anî ziman ku îdeayên “Birîna kolonên avahiyan" heye û wiha lê zêde kir: "Cihê ku avahî hilweşiyan bu qada şer. Cihê bûbe qada şer tespîta kavilan ji sedî sed nayê kirin. Li qadê her tişt ket nava hev. Eger birîna kolonan rast be, ev yek cînayet e. Ev idea nişan dide ku kontrol nehatine kirin. Divê kesên pisporê teknîkê li vê qadê xebatê bikin. Dema şaredarî rûhsatan dide van avahiyan divê lekolîn bikin. Divê venêrtin bê navber bê kirin. Pirsgirêka esasî ji ber îmarê ye. Em binê avahiyê vala dikin. Dikin Dukkan û Firrin. Fonksiyonuna avahiyê hat guhertin. Tê îdeakirin ku kolonê Apartmana Yilmaz Erbek ji aliyê marketekê ve hatiye jêkirin. Eger ev îdea rast be ev yek cînayet e.      AVAHÎ LI ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ HATINE AVAKIRIN   Dag, da zanîn ku bi piranî avahî li Navçeya Bayrakli hilweşiya ne û wiha got: "Piraniya avahiyên xera bûne li navçeya Bayrakli ye. Zagon û hevsengiya xwezayê heye. Eger hûn li dijî zagonên xwezayê gavan bavêjin, Xweza we efû nake. Dê we ceza bike. Avahiyên dîrokî hilnaweşin. Çima, ji ber ku ne dîwarên pîrîket in. Divê hûn li gorî zagonên xwezayê tev bigerin."    MA / Nacî Kaya