Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin 2020-11-06 11:32:11 ENQERE - Kalê 85 salî Abdulalîm Kaya yê bi hinceta tevlî daxuyaniyekê çapemeniyê bû 5 sal cezayê girtîgehê li hat birîn û di hucreya yek kesî de dihat girtin, ev heftiyeke bi tu awayî agahî jê nayê girtin.   Kalê 85 salî Abdulalî Kaya bi hinceta di 19’ê Cotmeha 2008’an de, li Sêrtê tevlî daxuyaniya şermezarkirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Partiya Civak Demokratîk (DTP) li dar xist bûye, doz lê hatibû vekirin. Di doza ku di 24’ê Kanûna 2009’an de, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, ji bo Abdulalîm Kaya û 12 kesên din her yek 5 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.      Kayayê 85 salî yê cezayê wî hat erêkirin, di 10’ê Cotmehê de li Bûrsayê hat binçavkirin. Dadgehê cezayê Kaya li rûyê wî xwend û şand Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.    Kaya yê ku gelek nexweşiyên wî hene, di 25’ê Îlonê emeliyata prostatê derbas dike û parêzerên wî herî dawî di 29’ê Îlonê de hevdîtinê pê re dikin. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Kaya nayê girtin. Kurê Kaya Îsmaîl Kaya, diyar kir ku ligel ku wan bi dehan çar li girtîgehê geriyan, tu agahî ji bo wan nehat dayîn.    PIŞTÎ 12 SALAN HAT GIRTIN   Kaya, anî ziman ku cezayê bavê wî di sala 2011’an de hatibû erêkirin û wiha axivî: “Ev cezayekê bêheq û bêmafe.  Ji ber ku bavê min kal bû neçû teslîm nebû. Dozgerê ku xwest cezayê girtîgehê li bavê min bê birîn piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hat girtin. Ev dozger ji ber sûcê ‘FETO’ hat girtin.  Li ser biryara kesek wiha bavê min ev 23 rojin li girtîgeha Bûrsayê tê girtin.”    DI HUCREYÊ DE DIGIRIN   Kaya, da zanîn ku nexweşiyên bavê wî yên şeker û tansiyona bilind hene û wiha got: “Bavê min emeliyata prostatê derbas kiribû. Ji ber vê diçû nexweşxanê. Kontrolên wî dewam dikirin. Dîsa guhên wî ji sedî 80 nabihîsin. Gelo çawan dibe ku kalekê 85 salî û evqas nexweşiyên wî heyî di hucreya yek kesî de bigirin? Parêzer di 29’ê Cotmehê de diçe hevdîtina wî û bavê min jêre dibêje; ‘Pirsgirêkên min hene. Lingên min diêşin. Erkdar li min mêze nakin.’”   ‘ROJÊ HERÎ KÊM 50 CARAN DIGERIM’   Kaya, dest nîşan kir ku ji ber şewbê gumanên wan hene û ev bang li Wezareta Dadê û rayedaran kir: “Ev heftiyeke em agahiyê ji bavê min nagirin. Rojê herî kêm ez 50 caran li girtîgehê diğerim. Lê tu agahiyekê nadin me. Em dixwazin kesên mîna bavê min bên berdan. Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê bimîne. Ev 25 rojin ne şev şeva me ye ne  jî roj roja me ye. Çawan dibe ku kalekê wisan nexweş bixin girtîgehê? Em nizanin bavê min dijî yan na. Derbarê jiyana wî de fikarên me hene. Em banga hestiyariyê dikin.”    ‘NIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE ‘   Parêzerê Abdulalîm Kaya Zakîre Dundar Aydin jî, diyar kir ku ew di heftiya bûrî de çû serdana girtiyan û wiha got: “Min di 22’yê Cotmehê û 29’ê Cotmehê hevdîtin bi muwekîlê xwe Kaya re kir. Di hevdîtina ewil de baş bû. Lê di hevdîtina duyemîn de min ew nasnekir. Bêhal bû. Di warê tenduristiyê de nedikarî xwe îfade bike. Di vî warî ku pirsgirêkên cîdî dijiya. Tirkiya wî tuneye. Nikare bi tirkî bi axive. Em ji bo Rapora Tipa Edlî daxwazname da. Di vîr de me ev rewşa wî îfade kir. Her tim dikeve komaya şekir. Ji ber ku piştî xwarina şevê birçî dimîne, dikeve komaya şekir. Nikare li ser piyan bimîne. Di çûyîna tualetê de jî pirgirêkên cidî dijî.”   RAYEDARAN ÎDÎA RED KIRIN   Derbarê mijarê de, em bi telefonê li rayedarên Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê geriyan, lê ji me re gotin ev îdîa ne rastin û wan roja Sêşemê ji malbata Kaya re gotin ku rewşa wî başe.    MA / Emrullah Acar