Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse 2020-11-06 09:00:22 STENBOL - Endama Heyeta Muzakereyê ya PYNK'ê Sema Bektaş, di hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî de bal kişand ser daxwazên talûke yên ENKS'ê û got: "Tirkiye jî ji ber ku ditirse rêveberiya xweser bê naskirin, êrîşên xwe didomîne."  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinê yekîtiyê yên di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ta Kurd (PYNK) û Konseya Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de ji ber xwazên ENKS'ê yên dijî destkeftiyên şoreş û demokrasiyê, hindik maye bixitimin. ENSK, dixwaze perrwedehiya bi kurdî û pergala hevserokatiyê ji holê bê rakirin û herêmek di bin kontrola wan de be. Endema Heyeta Muzakereyê ya PYNK'ê Sema Bektaş, hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî nirxandin û bal kişand ser projeya "Neteweya Demokratîk".    HEYETA NÛ YA DYA'YÊ    Bektaş, anî ziman ku di dora duyem a hevdîtinên li ser asasên Peymana Dihokê hatin kirin de, li ser 7 xalan lihevkirin çêbûye û got, lê ji ber ku heyeta DYA'ya navbeynkar guherî û li benda hatina heyeta nû ne, ev demek e civîn çênekirine. Bektaş, bilêv kir ku heger heyeta nû ya DYA'yê bê, dê beşdarbûna ENKS'ê ya nav rêveberiya xweser, mijara ewlehiyê û vegera pêşmergeyên Roj bê nîqaşkirin.    DAXWAZÊN ENKS'Ê    Bektaş, anî ziman ku daxwaz û projeyên ENKS'ê tenê ji bo kurdan û herêmên kurdan e û got: "Dixwazin li herêmên kurdan tenê kurd biryarê bigirin. Li herêmên kurdan, dixwazin her tişt li gor kurdan be. Dixwazin rêveberî ji nû ev bê avakirn. Lê belê ev yek, ne li gor pergala me ye. Hîn di navbera her du aliyan de lihevkirin çênebûye, ENSK dixwaze Peymana Civakiyî bê guherandin. Di warê eskerî, zimanê perwerdehiyê, hevserokatiyê û gelek tiştên din de, daxwazên wan ên guherînê hene. Lê gava em li hemû qadên xwe dinêrin, em dibînin ku herêm giş ne kurd e. Li Cizîr, Kobanê, Efrîn û deverên din kurd, ereb, suryanî, asûrî, ermenî û gelek gelên din hene. Evan bi hev re projeya demokratîk pêk anîn. Mesela li herêma Cizîr piranî kurd hene, lê gava tu rabî bibêjî tenê bila kurd biryarê bidin, ev jî dibe sedema nakokiyan di navbera her du aliyan de."    ‘TENÊ NE PERGALA KURDA YE'    Bektaş, bilêv kir ku daxwazên ENKS û pergala wan li hev dernayên û got: "Em li hev bikin, heke bivê em dikarin kêmasiyên di warê Peymana Civakiyî de biguherînin. Lê em nikarin her tiştî biguherînin. Her ku ENSK'ê got 'bila rêveberiyeke nû bê avakirin, em her tiştî biguherînin, jinûve çêbikin', me jî got 'nabe.' Ligel hemû kêmasiyên xwe jî pergala me destkeftiyek e. Divê em vê yekê dorfireh bikin. Ev mijar di navbera me da bûn sedema nakokiyan. Di warê siyaseta kurdî de lihevkirinek çêbû. Her wiha di warê Rêveberiya Xweser de jî me li hev kir. Heger pêdiviya Peymana Civakiyî bi guherînê hebe dê bê guherandin, lê belê ne tenê kurd, divê kurd û gelên din hemû hebin. Çawa ku ji sala 2014'an heya niha bi hev re pêk anîn, divê bi wî rengî be."    NETEWEYA DEMOKRATÎK    Bektaş, anî ziman ku ENKS li dijî projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser xwedî projeyeke cuda ye û got: "Li gor vê projeyê divê serweriya kurd hebe. Divê ehr tişt di destê kurdan de be. Lê belê ev nehatin qebûlkirin. Li herêmên me ereb, suryanî, kurd û ermenî bi hev re dijîn. Lewma pergala li Başûr, dê li vê derê pêk neyê. Her perçeyeke Kurdistanê xwedî xweseriyekê ye. Daxwazên ên liw ir dijîn cuda ne. Ê me jî hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyeyê projeyeke me ya demokratîk heye. Yanî em nabêjin em pirsgirêka kurd tenê hel bikin, wekî din çi dibe bila bibe. Pirsgirêka kurd jî û pirgsirêkên Sûriyeyê jî dê di çaçroveya neteweya demokratîk d ebi hev re bên çareserkirin. Pirsgirêka kurd, ji hêlekê ve prisgirêka nedemokratîkbûyîna Sûriyeyê ye jî. Heger Sûriye demokratîk bibe, dê pirsgirêka kurd jî hel bibe. Li Sûriyeyê em pêşengê demokrasiyê ne. Daxwazên ENKS'ê tenê li ser kurdan e. Dibêjin bila herêmên kurdan wiha bin, bila hêzên me yên eskerî li herêmên kurdan bin hwd. Piştî nîqaşan ev nehatinq ebûlkirin. Êdî divê em li ser dorfirehkirina evana hûr bibin."    ‘MODELA FEDEREBÛNÊ TALÛKEYEKE MEZIN E'    Bektaş,destnîşan kir ku projeya ENKS'ê dişibe modela Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe û got: "Em dibînin bê ku heya niha li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên çawa derketine holê. Hîn jî pirsgirêkên di navbera her du partiyan de didomin. Hîn jî gelek pirsgirêk hel nekirine. Me li ser asasê Neteweya Demokratîk pergaleke xweser ava kir. Heger ew porje li vê derê pêk bê, wê çaxê em ê projeya xwe xera bikin. Wê têkiliyên me yên bi gelê ereb û gelên din ên li ser asasê demokratşkbûyînê xera bibin. Pirsgirkên Sûriyeyê jî pirsgirêka kurd jî bi Neteweya Demokratîk û rêveberiya xweser pêkan e. Çareseriya hemû pirsgirêkên gelan di vê rêyê de ye. Ev gel ev qas sal bi hev re xebitîne û bi hev re jiyane. Îjar em niha rabin projeyeke tenê li ser asasê kurdan ava bikin, em ê berevajî pergala ku ji destpêka şoreşê ve hatiye pêkanîn tevbigerin."    TÊKILIYÊN ENKS'Ê    Bektaş, anî ziman ku muxalefeta Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de rasterast di bin bandora Tirkiyeyê de ye û got: "Hemû telîmatan ji Tirkiyeyê digirin. Muxalefeta ku ENKS di nav de heya niha li Efrînê û Serêkaniyê sûcekî mezin dike û bêehlaqîtiyan dike. Sivîlan direvîne. Hîn jî ENKS di nav vê muxalefetê de ye. Ev jî piştrast dike ku di bin bandora Tirkiyeyê de ne. Heger em behsa diyaloga di navbera kurdan d ebikin, nexwe divê em xwedî wê helwestê bin. Dewleta tikr ku li hemberî me, li hemberî projeya me ye ndixwaze ev diyalog bi ser nekeve."    YEKÎTΠ   Bektaş, anî ziman ku armanceke wan jî ji bo her çar perçeyên Kurdistanê diyaloga di navbera kurdan de ye û got: "Li vê derê destkeftiyên me yên wekî Rêveberiya Xweser, QSD û saziyên jinan çêbûne. Ev destkeftî xeta me ya sor in. Lê belê divê yekîtiya neteweyî jî ne li dijî van destkeftiyan be. Ev destkeftî bi ked û tehba bi hezaran şehîdan bi dest ketine. Em ê ji bo diyaloga di navbera kurdan de her tim bitêkoşin û em ê destkeftiyên xwe jî biparêzin. Em ê daxwazên ku rêveberiya me, temsîliyeta jinê û QSD'ê hedef digirin qebûl nekin. Em jî û ENSK jî divê em li ser parastina destkeftiyan hûr bibin."    TIRSA TIRKIYEYÊ    Bektaş destnîşan kir ku ji roja roj de Tirkiye wekî tehdîtekê nêzî şoreşa Rojavayê dibe û êrîşan dibe ser û got: "Tirsa dewleta tirk ew e ku rêveberiya xweser bibe rêveberiyeke fermî û bê naskirin. lewma tim êrîş dike."    Bektaş, bilêv kir ku wisa xuyaye dê êrîşên Tirkiyeyê dewam bikin û got: "Lê belê dê ya diyarker yekîtiya me û helwesta me ya hevpar be."    MA / Îdrîs Sayilgan