Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be 2020-11-06 09:00:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Necmettîn Salaz ku li Kurdistana Federe ye, destnîşan kir ku heger di navbera PKK û PDK'ê de şerek biqewime, dê ev şer tenê li çiyê neqewime û got: "YNK û Goran, dikarin bi avakirina "tamponekê" pêşî li ber vî şerê gengaz bigirin."   Piştî ku Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê, di meha Adarê de komek pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şandibûn Zînê Werê, di navbera PKK û PDK'ê de rageşiyek rû dabû. Di 15'ê Hezîranê de jî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji hewayê ve êrîş biribû ser Kampa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê. Dû re piştî esker li Heftanînê hatin bicihkirin, şer dest pê kir. Ligel van qewimînan, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe peymana Şengalê îmze kirin û bi vê re piştî ku PDK'ê hêzine xwe yî taybet ber bi herêma Garê ve şandin, rageşiya di navbera her du hêzan de zêde bû.    Necmettîn Salaz ku bi salan e li Herêma Kurdistana Federe rojnamevaniyê dik, rewşa li herêmê nirxand.    TÊKILIYA AKM-MHP'Ê û PDK'Ê    Salaz, anî ziman ku tiştên di hefteya dawî de rû dane ji nişkave rûnedane û got: "Piştî maseya aştiyê (pêvajoya çareseriyê) hat qelibandin û serdestên tirk cardin êrîş birin ser kurdan û HDP'î girtin, tevkariya PDK-Tirkiyeyê cardin şax veda. Nexasim jî li herêma Behdînanê, li pêşmergeyên qereqolan bicihkirina gelek eskerên tirk, kontrolkirina wan a rê, pêvajoyeke 4-5 salan e."    Salaz, anî ziman ku di warê aborî û siyasî de tevkariyeke xurt a îqtdara AKP-MHP'ê û PDK'ê heye û got: "Tevkariya xwe wisa xurt kirine ku heya ji bo alîkariya hilbijartinê 4 milyon dolar dan îqtidara AKP-MHP'ê. Tevkariya wan, di 5 salên dawî de pir xurt bûye. Belê tevkarî dihat înakrkirin, lê niha tiştekî werê tune ye. Her tişt aşkere ye."    DÊ TIRKIYE SÛDÊ BIGIRE    Salaz, anî ziman ku Tirkiye dixwaze her du hêzên kurd bera hev du bide û got: "Ê di warê aborî û siyasî de fêdeyê ji şerê di navbera PDK-PKK'ê de bigire dê dewleta tirk, AKP-MHP'ê be."    DAXUYANIYA BARZANΠ   Rojnamevan Salaz, bibîr xist ku Endamê Komîteya PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo vê rageşiyê ji holê rabike daxuyaniyek daye û Mesûd Barzanî jî bi awaykî nivîskî bersiv daye vê daxuyaniyê, lê belê daxuyaniya Barzanî kurdan nerihet kiriye û kurdan ev daxuyanî wekî "îxanetê" nirxandine. Her wiha Salaz, anî ziman ku daxuyaniyên ku heya niha PKK'ê kirine hemû derbarê pêşîlêgirtina şerê di navbera kurdan de ye.    CIVÎNA LI MALA BARZANΠ   Salaz, anî ziman ku di 27'ê Cotmehê de de Barzanî li mala xwe bi hin rêveberên MÎT'ê civînek çêkiriye û got: "Gazî YNK û Goranê jî kirine, lê belê her du tevgerên navbirî tevli vê civînê nebûne."    ‘DÊ TIŞTÊN LI ROJAVA KIRINE BICERIBÎNIN'    Salaz, anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin ji aliyê hemû kesên herêmê ve tê axaftin û got: "Şerê muhtemel ne bi dilê kurda ye, dê bibe şerê ji bo pêşeroja îqtidara AKP-MHP'ê. Heger şerek biqewime dê ji bo kurdan bibe cihê talûkeyên mezin. Şerê biqewime ma tenê wê li Garê be? Ma yê danekeve bajaran? Divê em bi her awayî li ser hûr bibin. Siyaseteke bi salan heye. Ma qey Mesûd Beg nizane dê şerekî bi vî rengî zirarê bide gelê wî, gerîla û têkoşîna li Bakur û Rojavayê? Ma li Rojavayê tiştên ku dewleta tirk xwestine hemû seferber nekirin? Niha bi heman awayî dixwazin li vê derê jî li hemberî gerîlayan biceribînin."    PÊŞMERGE NAÇIN    Salaz, destnîşan kir ku daxuyaniya dawî ya Barzanî ragihandina şer e û got: "Hewldana hevpar a şîrketên petrolê yên tirk ên li vê derê ye. Milê xwe dane milê dewleta tirk. Dawiya xwe hazir dikin. Salên 90'î heye, serdemên şerî yên cur bi cur hene, serdemên rageşiyê hene... Lê belê ya vê carê hat wê astê ku çete-eskeran berhev bikin. Bi mehan e li Zîrnê Wertê ne. Niha jî berê xwe didin garê û Metînayê. Lê wê ev yek di cihekî de bipeqe. Divê meriv baş bibîne; helweta aliyan zella bûye. PKK dibêje, 'em qethiyen şer naxwazin.' PDK jî dibêje 'Ji van deran biçe, hebûna te zirarê dide min.' Her wiha gelek bar dikeve ser milê rewşenbîran, partiyan, nexasim jî bar dikeve ser milê YNK û Goranê. Niha PDK tevî hêzên Hikûmeta Kurdistanê naçe herêmên gerîla. Pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan naçin. KOmên ku ji wan re dibêjin Pêşmergeyên Roj ku wan ji Rojava anîne dişînin wan deran."    BANG LI YNK Û GORANÊ KIR    Salaz, anî ziman ku civak li bendê ye ku YNK û Goran daxuyaniyekê bidin û nebeşdarbûna wan a civîna li mala Barzanî cihê hêviyê ye û got: "Em hêvîdar in ku vê helwesta xwe biparêzin û li pêşiya şer bisekinin."    MA / Ahmet Kanbal