ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-11-06 09:00:01 * Li Sakaryayê karkerên kurd bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn. Piştî êrîşê karkeran glî kiribû. Lê belê 3 meh derbas bûne, hîn jî tiştek nehatiye kirin. Parêzer Kemal Erdem, anî ziman ku dozgeriyê bi tawanbarîya "birîndarkirina sivik" lêpirsîn daye destpêkirin û got, lê belê divê befret û cihêkarî jî daxilî nav dosyeyê bê kirin.  * Nivîskarê marksîst Temel Demîrer, anî ziman ku krîza şaristaniyê ya ji ber xitimandina kapîtalîzmê, bi şewba Covîd-19'ê careke din xuyangtir bûye û got: "Heger em krîza şaristaniyê ji bo şaristaniya sosyalîst nenirxînin, dê barbariya xwe nû dike, tenê li deriyê me nexe, dê bişikîne jî."    * Rojnamevan Necmettîn Salaz ku li Kurdistana Federe ye, destnîşan kir ku heger di navbera PKK û PDK'ê de şerek biqewime, dê ev şer tenê li çiyê neqewime û got, YNK û Goran, dikarin bi avakirina "tamponekê" pêşî li ber vî şerê gengaz bigirin.    * Gava polîsan Îslam Kaya biribûn Girtîgeha Wanê, bi hinceta ku "serê xwe li cihekî xistiye" wî birine nexweşxaneyê û piştî ku ji beşa awarte hatibû derxistin, hatibû derpêşkirin ku xwe kuştiye. Malbata wî diyar kir ku Kaya xwe nekuştiye, hatiye înfazkirin û got, dê dev ji bûyerê bernedin.    * Endama Heyeta Muzakereyê ya PYNK'ê Sema Bektaş, di hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî bal kişand ser daxwazên talûke yên ENKS'ê û got, Tirkiye jî ji ber ku ditirse rêveberiya xweser bê naskirin, êrîşên xwe didomîne.    * Patronê Tekstîla Ozakê bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên DÎSK'ê ji kar derxistibûn, lê belê di ser Îş-Kûrê re 60 kes girtine kar.    * Li Şirnexê di bin navê alîkariyê de gelek kes kirine endamên AKP'ê. Bêyî ku haya kesên kirine endam jê hebe, endamtiya wan hatiye çêkirin.    * Hejmara 17an a Kovara Dilopê, ku du mehan carekê bi du zimanan tê weşandin û kovareke çand, huner û polîtîkayê ye, derket.   * Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe û "bernameya têkoşînê" ya ji bo pêvajoya nû ya  partiya xwe aşkere bike. (11.00)   * Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, derbarê pêşketînin herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê di qewimin de, wê li avahiya xwe ya Fatîhê civîna çapemeniyê li dar bixe.  (12.00)