Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin 2020-11-05 16:55:00   ŞIRNEX - Jinan li navçeya Cizîrê belavokên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn li Dijî Tundiya li ser Jinan belavok belav kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, wê di 7'ê mijdarê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi tevlîbûna berdevka HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêxistinên jinan ên Mêrdînê wê meşeke girseyî li dar bixe.   Jinan berî meşê, bi beşdarbûna Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr li Taxa Cûdî û bazarê belavokên 25'ê Mijdarê li jinan belav kirin û ew vexwendin meşa ku wê 7'ê mijdarê li dar bixin.   Di heman demê de, wê jin di çarcoveya çalekiyên 25'ê Mijdarê de, wê bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê seat 19:00'an bi saziyên herêmê re bicivin.