Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin 2020-11-05 16:43:44   MÊRDÎN - Ayşe Gokkan û Mesût Çelîk ê 70 salî yên pitşî 7 rojan sewqî dozger hatin kirin, piştî îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rêve bir de, bi 13 kesan re di serdegirtinên 30'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Ji 13 kesan Ramazan Kalkan ji Midûriyeta  Polîsan piştî îfadeya wî hat girtin, hatibû berdan. Piştî ku li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin Ahmet încî û Fettah Tekîn bi şertê qontrola edlî serbest hatin berdan. Ayşe Gokkan û Mesût Çelîk ê 70 salî yên pitşî 7 rojan sewqî dozger hatin kirin, piştî îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Li gorî agahiyan îfadeya Ayşe Gokkan ji kesên din cuda ji aliyê serdozger ve hatiye girtin.