Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir 2020-11-05 13:50:21   DERSIM – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, çû ser pira ku lêgerîna Gulistan Dokû lê berdewam dike û got ku divê li ser kesên biguman bê rawestandin û ev tişt got: “Heta ji destê me tê em ê şopîner bin.”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Dersimê tevlî bernameya partiya xwe ya 25’ê Mijdarê bû.  Bûldan, li bajar bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin pêk anî. Bûldan, li ser pira ku lêgerîna Gulistan Dokû lê berdewam dike, bi xwişka Dokû Aygul Dokû re hevdîtin kir û got ku kesên bi guman diyar in divê li ser wan bê rawestandin. Di berdewamê de Bûldan, ev tişt gotin: “Divê lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Heke wiha nebe dê encam neyê girtin. Heta ji destê me tê em ê şopîner bin. Bi pêşnûmepirsan bikin rojev.”   Xwişka Dokû Aygul Dokû jî parastvanên mafên mirovan vexwend ser pirê û xwest piştgiriya wê bikin.