KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir 2020-11-05 12:17:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rageşiya li Herêma Kurdistana Federe zêde dibe, bi lezgînî civiya û Maseya Krîzê ava kir. KNK’ê banga diyalogê li aliyan kir.    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rageşiya li Herêma Kurdistana Federe zêde dibe, bi lezgînî civiya. KNK’ê aşkere kir ku wan di civînê de Maseya Krîzê avakirine û banga diyalogê li aliyan kir.   Di daxuyaniya ji aliyê KNK’ê ve hat kirin wiha ye: “Piştî ku PDK'ê pêşmerge şand qadêm nêzî nuqteyên gerîla yên li Garê, rageşiyê dest pê kir û her ku diçe mezin dibe. Duh (4'ê Mijdarê) hin bûyerên nebaş qewimîn.”   KNK'ê diyar kir ku ew li hemberî vê rewşê pir 'aciz û hesas in' û wiha dewam kir:   "Ji bo rewş girantir nebe, veneguhere şer bi navê KNK'ê em bang li aliyan dikin ku hêzên xwe li qadên berê bihêlin, hêzên nêzî hev bûne vekişin cihên berê û vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Her wiha em bang li partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê jî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin ku hêzên Kurdistanî bên hemberî hev."   KNK'ê di civîna ji ber vê rewşa hesas li dar xist de, ev biryar girtin:   “1- Ji bo rewş gav bi gav bê şopandin û tedbîrên pêwîst bên wergirtin Maseya Krîzê hate avakirin.   2- Biryar hate dayin ku di asta Hevserokatiyê de heyetek biçe Başûrê Kurdistanê û bi aliyên pêwendîdar û hemû derdoran re têkiliyê deyne.   3- Di demeke kurt de wê li ser Zoomê bi beşdariya kesayet, endamên partî û rêxistinên Kurdistanî konferanseke berfireh bê lidarxistin.”