Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e 2020-11-05 11:04:50 ENQERE - Malbata Gamze Açar ê ku ji bo hevdîtinekê kar hin kesan ew birin otelekê Kizilcahamamê û bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da serî li KCDP’ê da. Kurxalê Açar Ahmet Yilmaz, diyar kir ku ev ne întîhare, cînayete. Li Enqerê, Gamze Açar 17 salî ji bo hevdîtineke kar, di 1’ê Mijdarê de hin kesan ew birin oteleke li Kizilcahamamê û bi awayekê bi guman ji pencereya qata 5’emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Açar piştî otopsiyê, ji aliyê malbata wê ve li Antalyeyê hatibû definkirin.   3 KES HATIN GIRTIN   Serdozgeriya Komarê ya Kizilcahamamê derbarê bûyerê de, dest bi lêpirsînê kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de, 3 kesên Gamze Açar birin otelê jî di nav de 5 kes hatibûn binçavkirin. Ji 5 kesên sewqî Edliya Kizilcahamamê hatin kirin, 3 jê hatin girtin. Gumanbarên di îfadeyên dabûn de, gotibûn ku Açar întîhar kir. Lê piştî encama otopsiyê û delîlên di odeyê hatin berhevkirin de, wê rastî diyar bibe.   ‘NE ÎNTÎHARE, CÎNAYETE’   Kurxalê Gamze Açar Ahmet Yilmaz, diyar kir ku Gamze piştî têkoşîna jiyanê ya rojek û nîvê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: “Ev ne întîhare, cinayete. 3 kes hatin girtin. 2 kes jî hatin berdan. Darizandin wê çi wextê dest pê bike em nizanînin. Em nizanîn wê çi jî wan du kesan were. Niha em li bendê ne. Lêpirsîna polîsan dewam dike. Niha em nikarin tiştekê bikin. Heya ku agahiyek nû were, emê li bendê bin. Derbarê otelê de jî, lêpirsîn hat destpêkirin.”   ‘JI HEVDÎTINA KAR BIRIN OTELÊ’   Yilmaz, da zanîn ku keçxaltiya wî ji bo hevdîtina kar dibin otele û wiha got: “Lê wisan xuya dike, di bêhişiya kesên li wê derê de, tiştek din heye. Piştî ketina otelê, çi hatiye jiyîn em nizanin. Bûyer saet 08.45’ê sibê rû daye. Saet 02.00 şevê de çûne otelê. Di vê navberê de, çi qewimiye em nizanîn. Dûre bangî ambûlansê dikin û wê dibin nexweşxanê. Polîs li malbatê digere û malbat jî xwe digihîne min. Li ser vê yekê em hemû çûn nexweşxanê.”   ‘EMÊ ŞOPDAR BIN’   Kurxal Yilmaz, da zanîn ku ewê heya dawiyê şopdarî bûyerê bin û wiha bi dawî kir: “Hîna duh li Karşiyakayê jinek ji aliyê hevjînê xwe hev hat qetilkirin. Em her roj agahiyên nû digirin. Sibe jî wê Gamze û Şûleyên din bên qetilkirin. Ji bo ev pêk neyin heya dawiyê em ê vê pêvajoyê bişopînin.”    MALBATA AÇAR SERÎ LI KCDP’Ê DA   Malbata Açar, ji bo ronîkirina bûyerê serî li Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) da. Platformê, dest nîşan kir ku ewê heya dawiyê şopdarê bûyerê bin û li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: “Hîna 17 salî bû. Ji bo hevdîtina kar diçe otelekê. Bi awayekê bi guman ji qata 5’emîn a otele dikeve xarê û jiyana xwe ji dest dide. Divê mirina Gamze bêkêmasî bê lêpirsîn û ji bo Gamze Açar edalet bê bicihanîn.”   MA / Zemo Aggoz