Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da 2020-11-05 10:50:15   WAN – Li Erdişê dormîşa penaberan qeza kir û di qezayê penaberek jiyana xwe ji dest da û 8 penaber jî birîndar bûn.    Dormîşa bi pîleqeya 65 DD 026 ku 20 penaber têdebûn, duh di saetên şevê de li ser rêya di navbera Wan û Erdîşê de qeza kir. Dormîşa penaberan li otobusa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qelibî. Di qezayê de ji 20 penaberan penaberek jiyana xwe ji dest da û 8 penaber jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyan.    Hat diyarkirin ku ajokarê dormîşê û penaberên ku sivîk birîndar bûbûn piştî qezayê reviyane nav erdan. Polisên ku hatin cihê bûyerê dest bi lêgerînê kirin û 5 penaberan girtin. Hat hînbûn ku xebatên lêgerînê didomin.    Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.