Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe 2020-11-05 10:33:59 ŞIRNEX - Ji bo serlêdana îstînafê ya bersûcên Doza Panzerê polîs Omer Yegît ê ku ji bo wî 19 hezar TL pere ceza hatibû birîn û amîrê wî Mûrat Maden ên beraeta kiribûn de, hat gotin ku “li gorî qanûnê guncawe” û hat redkirin.   Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di 3’yê Gulan 2017’an de, polîs Omer Yegît ê ajokarê panzêrê li mala du birayên hev Muhammed ê 7 sal3ı û Furkan Yildirim ê 6 salî xistibû û her du zarokên li malê bûn perçiqandibûn. Di doza ku derbarê ajokarê panzêrê Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden ê ku ferman da bû wî hatibû vekirin de, di Hezîrana pêr de biryar hatibû dayîn.     2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê, têkildarî ajokarê panzêrê Omer Yegît, bi sûcdariya “Bi zanebûn bûna sedema mirin û birîndarkirin kesan” 2 sal û 1 meh cezayê girtîgehê û 19 hezar TL cezayê pere lê birîbû. Dadgehê, di heman demê de, derbarê amîrê polîsan Mûrat Maden de jî, biryarra beraetê da bû.    ÎSTÎNAF: LI GORÎ QANÛNÊ GUNCAW DÎT   Parêzerê malbata du birayên hev Yildirim, dozgerê dosyayê û parêzerê Omer Yegît, bi daxwaza betalkirina biryarê serî li Dadgeha Edliyê ya Herêma Dîlokê kirin. Daîreya Cezayê 16’emîn a Dadgeha Edliyê ya Herêma Dîlokê, îtîrazên hatibûn kirin ji binî ve red kirin. Di biryara redê ya dadgehê de, xebatên bersûc Yegît û Maden hatin bibîrxistin û biryara dadgeha herêmî ya da bû “li gorî qanûnê” guncaw dît.   Di biryara hat dayîn de, ji bo biryara dadgeha herêmî ev pênase hat kirin. Têkildarî biryara dagehê, di warê rê û rêziknameya hiqûqî de, tu dijberiyek tuneye. Di pêvajoya darizandinê de, li gorî qanûnê her tişt hatiye kirin.  Her tişt bê kêmasî bi cih hatiye anîn. Delîl di çarçoveya hiqûqî û qanûnî de hatine nîqaşkirin. Cezayê hatiye dayîn li gorî sûcê hatiye kirin, guncaw hat dîtin.”   Di dawiya biryarê de, bi van hincetan, serlêdana îtîraza “beraeta” bersûc Yegît hat redkirin.    MA / Gokhan Altay - Mahmût Rûvanas