Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag 2020-11-05 10:26:45 ÊLIH – Siyasetmedarê kurd Osman Akdag ku 4 salên xwe dabû têkoşîna kurdan, 17 salên xwe li girtîgehê derbas kiribûn û neçar mabû ku koçî gelek bajaran bibe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî diyar kirin ku ew bi hesreta bavê xwe dijîn û ev tişt gotin: “Her kêliya jiyana wî ji bo rûmet e.” Nivîskar û siyasetmedarê kurd Osman Akdag (Laleş Wezrînî), di 30’ê cotmehê de di 72 saliya xwe de li bajarê Derika Hemko yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Akdag, di sala 1949’an de li gundê Difnê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê ji dayik bû, di dawiya salên 1970’yî de tevgera azadiyê ya kurd nas kir û nêzî 40 salan ji bo wê têkoşiya. Piştî Darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yê Akdag tevahiya jiyana xwe 17 salan di girtîgehan de ma. Di sala 1980’yî de ji girtîgehê derket û ji ber zextên li ser xwe bi 11 zarokên xwe re ji neçarî koçî Îzmîrê bû. Akdag, li Îzmîrê jî gelek caran hat binçakirin û girtin.    KOÇBERÎ Û GIRTÎGEH   Akdag, piştî 14 salan li Îzmîrê ma darbasî Stenbolê bû. Di sala 2011’an de careke din bi malbata xwe re vegeriyan Êlihê. Bi salan di Tevgera Civaka Demokratîk (DTH), Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de xebat meşand û ji sala 2011’an ve jî Endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû. Akdag, herî dawî di “Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê” de hatibû darizandin û 4 doz li hatibûn vekirin. Ji ber van dozên li hatibûn vekirin, di destpêka salê de Akdag ji Êlihê derbasî bajarê Dêrika Hemko yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûbû û bi vîrûsa koronayê ketibû. Akdag, dema ku li nexweşxaneya bajar tedawî didît jiyana xwe ji dest da û li vir hat veşartin.    Akdag, yek ji roman 2 jê jî helbest bi giştî 3 pirtûkên kurdî nivîsand. Bi pirtûkên xwe yên helbestê “Hasret û Nalîn” û “Keştiya Şemalê” û bi pirtûka xwe ya roman “Evîna Laleş û Sinem”  2 caran hêjayî Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hat dîtin.    2 ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN   Di salên 1990’î de zarokên Akdag ên bi navê Metin Akdağ (Ceng) û Sakine Akdağ (Binevş Ceng) tevlî nav refên PKK’ê bûn. Metin Akdağ (Ceng), di sala 1992’an de tevlî bû û di sala 1994’an de li navçeya Farqînê ya Amedê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û Sakine Akdağ (Binevş Ceng) jî di sala 1997’an de tevlî nav refê PKK’ê bû û di 18’ê adara 2018’an de li Çiyayê Gebarê yê Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.   ÎŞKENCEYA KU 3 SALAN BERDEWAM KIR   Keça Akdag Safiye Akdag, diyar kir ku jiyana bavê wê bi têkoşîn derbas bûye û heta bêhna xwe ya dawîn jî di doza xwe de israr kiriye. Akdag, destnîşan kir ku bavê wê di dawiya salên 1970’yî de tevgera azadiyê ya kurd nas kiriye û derbarê jiyana bavê xwe de wiha axivî: “Di darbeya 12’ê Îlonê de bavê hat binçavkirin û 3 salan di girtîgehê de îşkence lê hat kirin. Serçavên wî şewitandibûn. Li gel sal di ser re derbas bûbûn jî şopên şewitandinê li keviyên ser çavê wî hebûn. Li gel vê îşkence û zilma kul ê hatibû kirin jî qet di paş de gav neavêt. Timik di nav berxwedanê de bû. 11 zarokên xwe jî bi vî rihî mezin kir. Li mala me tu wextî sohbeteke asayî tunebû. Her sohbet platform bû. Me hêz dida hev. Îşkence, koçberî û girtin jî dibûn sedem ku em nirxên ku diparêzin hê zêdetir biparêzin.”   ‘DI XIZMETA GEL DE BIN’   Di berdewamê de Akdag, bi lêv kir ku ew bi hesreta bavê xwe dijîn û ev tişt anî ziman: “Her kêliya jiyana wî ji bo me rûmet bû. Ji ber dozên ku li hatibûn vekirin derbasî Rojava bû. Lê li wir jî têkoşîna xwe domand. Bavê ji wir li me digeriya. Ji me re digot, ‘Divê hûn di xizmeta gel de bin û tu carî di paş de gav navêjin’. Di tu şert û merci de bavê min ji têkoşîna xwe tavîz neda û heman biryardariyê ji me jî dixwest. Em ê jî sozên wî bi cih bînin û ji têkoşînê di paş de gav navêjin.”   ‘HASRET Û NALÎN’   Akdag, da zanîn ku li ser daxwaza xwe bavê wê li Şehîtgeha Derika Hemko hatiye veşartin û helbesta “Hasret û Nalîn”  ku bavê wê ji bo her du zarokên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dabûn nivîsandibû xwend.    MA / Fethî Balaman