Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin 2020-11-05 09:17:09 WAN - Di sala 2013'an de li navçeya Serayê ya Wanê eskeran Senar Khaledî yê kurd ê ji Îranê kuştibûn. AYM'ê ji bo kiryarên wî bên darizandin gotibû "a hatiye kirin binpêkirin mafê jiyanê ye", lê belê hîn jî derbarê kuştina Khaledî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.  Di 9'ê Cotmeha 2013'an de li Taxa Kapikoy a navçeya Seray a Wanê, Senar Khaledî gava tevî 4 kesan bazirganiya li ser sînor dikir, eskeran ew kuştibû. Heya niha derbarê mirina Khaledî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û bi vî awayî tê xwestin ku ser dosyeyê bê girtin.   Piştî gundiyan gotibû, eskeran Khaledî kuştiye, welatiyê îranî Sîroûs Mûhammadî di 30'yê Çileya 2014'an de serî li dozgeriyê dabû û di aleyha Khaledî de îfade dabû. Mûhammadî, di îfadeya xwe de derpêş kiribû ku "zirxalê Khaledî ye" û wê rojê ew jî di nav "qaçaxçiyan" de bûye. Mûhammadî, di îfadeya xwe de gotiû eskeran çek li wa neteqandiye û eskeran Khaledî nekuştiye.    Piştî vê îfadeyê di lêpirsîna ku Fermandariya Cendirmeyan û Dozgeriya Eskerî ya Wanê dabû destpêkirin de biryara neşopandinê hat dayîn.    Piştî vê jî parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. AYM'ê di Mijdara 2019'an de serlêdana 6 sal berê hatibû kirin nirxand û got: "A hatiye kirin binpêkirina mafê jiyanê ye."    Parêzer Mahmût Kaçan, biryara AYM'ê bibîr xist û got, di ser vê biryarê re salek derbas bûye lê belê hîn jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin Kaçan, anî ziman ku pitî hevjîna Khaledî û zarokên wî serlêdan kirine, biryara binpêkirina mafê jiyanê hatiye dayîn û got: "Her wiha ev biryar ji Serdozgeriya Komarê ya Serayê re jî hat şandin. Lê belê salek derbas bûye hîn jî ji bo lêpirsînê teblîxatek jî nehatiye şandin."    Kaçan, destnîşan kir ku çi ji destê wan bê dê bikin û got, dê mideteke din jî bisekinin û heger tiştek jê derneyê wê serî li DMME'yê bidin.