Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal 2020-11-05 09:12:27 AMED - Narîn Tok, bi îdaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" ceza lê hatibû birîn û Dadgeriya Înfazê gotibû "têkiliya wê ya bi rêxstinê re didome" û daxwaz aji bo berdan red kiribû. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Xarpêtê biryara dadgeriyê xera kir û ji bo kesên ji ber vî sûcê hikum xwarina rê li ber berdanê vekir.  Dadgeriya Înfazê Xarpêtê ji bo Narîn Tokê gotibû "têkiliya wê ya bi rêxistinê re didome" û daxwaza ji bo berdana wê red kiribû. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Xarpêtê biryara dadgeriyê xera kir û biryar da ku Narîn Tok bê berdan.    Bi îdiaya "bi zanebûnî alîkariya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Tokê hatibû birîn. Tok ku di Girtîgeha Jina ya Xarpêtê de ye, ji ber ku cezayê wê salek maye bi rêya parêzerê xwe ji bo berdana bi şertî serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê da. Midûriyeta Girtîgehê jî ji Dadgeriya Înfazê re gotiye "Tok, di qawîşa kesên bi endamtiya rêxistinê hikim xwarine de maye, endameke çalak a rêxistinê ye û divê neyê berdan." Ji ber vê Dadgeriya Înfazê jî daxwaza ji bo berdana bi şertî red kir.    Li ser vê parêzerê Tokê Sînan Can jî serî li Dadgeha Ceza ya 1'em a Xarpêtê da û îtiraz kir. Dadgeriyê jî diyar kir ku Tok ji ber "bi zanebûnî alîkariya rêxistinê" hikimxwariye, lê belê divê ev wekî "endamtiya rêxistinê" neyê nirxandin û nirxandineke gelo ji rêxistinê veqetiyaye yan na ne rast e. Dadgehê, di biryara xwe de anî ziman ku nirxandineke bi vî awayî ne hiqûqî ye û îtiraza parêzer qebûl kir. Piştî vê dadgehê biryara redkirina berdanê ya Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê xera kir û biryar da ku Tok bê berdan.    Parêzer Sînan Can biryara navbirî nirxand. Can, anî ziman ku dadgeriyên înfazê kesên ji ber "propagandaya rêxistinê", "bêyî ku endamê rêxistinê be alîakriya rêxistinê" hikim xwarine hemûyan wekî endamên rêxistinê dinirxînin û ji ber serlêdanên ji bo berdana bişertî red dikin. Can, diyar kir ku lê belê biryara ku hatiye dayîn qeneat lê naiye ku alîkariya ji bo rêxistinê divê wekî ji rêxistinê veqetiyaye yan na neyê nirxandin.    Can, destnîşan kir ku cara ewil biryareke wiha tê dayîn û biryarek e emsal e. Can, xwest kesên bi heman awayî hikimxwarine bi vê biryarê re serî li dadgeriyên înfazê bidin û sûdê ji berdana bişertî bigirin.