CHP, dê derbarê Farqînê de raporekê amade bike 2020-11-04 20:03:27       AMED - Parlementera CHP’ê ya Denizliyê Gulîzar Bîçer Karaca ya ku îro çû seredana navçeya Farqînê ku di nav 55 rojan de 7 ciwanan xwe kuştibû, diyar kir ku wê nêrînên xwe bikin rapor û dê bi serokê xwe yê giştî re parve bikin.   Parlamentera CHP'ê ya Denizliyê Gulîzar Bîçer Karaca, îro çû seredana navçeya Farqînê ya Amedê ku di nav 55 rojan de 7 ciwanan li navçeyê xwe kuştibû. Karaca derbarê seredana xwe de bi Seroka Rêxistina CHP’ê ya Amedê Gonul Ozel re li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapameniyê li dar xist.   ‘BÛYERAN RASTIYA WELATÊ ME DERXIST HOLÊ’   Karaca, diyar kir ku ji bo sedemê xwekuştina ciwanan lêkolîn bike û biçe şîna malbatên ciwanên ku xwe kuştine çûye navçeya Farqînê û wgot: “Îro em çûn seredana malbatên 7 ciwanên me. Bûyerên ku me bihîstî û welatiyên derdorê ji me re gotin, rastiya welatê me ya niha ku mirovê li qesrê naxwaze bibîne derxist holê. Ciwanekî me xwendekarekî gelek serkeftî bûye û xwestiye bixwîne. Lê ji ber ku qaweta bav negihayê, ciwanê me ji ber bêhêvîbûnê ketiye nav tengezariyekê û dawî li jiyana xwe aniye. Çîroka ciwanên me yên din, bi vî rengî ne."    ‘CIWAN JI BER REWŞA ABORÎ DIXWAZIN LI WELATEKÎ DIN BIJÎN’   Karaca got: “Helbet malbat, nikarin bi awayekî aşkere vê rewşê bibêjin, ji ber ku li welatê me împaratoriyeke tirsê hatiye avakirin. Dema bi awayekî vekirî bînîn ziman, hin fikar li wan peyda dibin ku dê çi bê serê wan. Belê em nikarin wan ciwanan paşve bînin. Lê em dikarin bikevin pêşiya xwekuştina ciwanan. Em dikarin bi hev re vê yekê bikin. Mixabin îro encamên feraseta rejîma yekzilamî ku li welatê me ferz dike, li Farqînê, li Amedê û li her çar aliyê welatê me wekî reçeteyeke nebaş pêşkeşî welatiyên me dikin. Digotin welatê me dê bifire, rast e difire lê li kendalê difire. Rewşa aborî hatiye asteke wisa ku welatiyên me nikarin nanekê bibin mala xwe. Niha ji sedî 70 ciwan dixwazin li welatekî din bijîn. Lê qesr dengê van ciwanan nabihîse û wan nabîne."    ‘HÊVÎ DI PIŞTEVANIYÊ DE YE’   Karaca, da zanîn ku xelasiya Tirkiyeyê bi edalet, demokrasi û aşitiyeke civakî pêkan e û got: "Hêvî di piştevaniyê, demokrasiyê, têkoşîna heq, hiqûq, edaletê de ye. Em ê nêrînên xwe yên îro bikin rapor û bi serokê xwe yê giştî re parve bikin.”