Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e 2020-11-04 18:48:45   ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, destnîşan kir ku 4'ê Mijdarê êrîşeke li ser masê siyaseta demokratîk û got: "Dê têkoşîna me ya li dijî vê îqtidara faşîzan û bêhiqûqî bidome."    Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, di civîna çapemeniyê ya li meclîsê de rojevê nirxand.   Olûç, diyar kir ku çar mijarên sereke yên vê civîna çapemeniê hene û got: "Mijara yekem; rewşa aboriyê ye ku jiwê welêt û mirovan mijareke bivê nevê ye. Wekî hûn dizanin daneyên enflasyonê hatin aşkerekirin û li gorî daneyên enflasyonê yên bihormon ên TUÎK'ê; zêdebûna di TUFE û UFE'yê yanî di Endeksa Fiyetê Mezaxêriyê û Endeksa Fiyetê Hilberîneriyê de, zêde dibe. Careke din hat dîtin ku pêşbînîyên di vî warî de hemû şaş in."    Olûç, bal kişand ser erdheja li Îzmîrê jî û got: "Tişta ku me gelek caran bilêv kir, careke din qewimî. Axirê piştî mehan û salan duh li vê meclîsê biryar hat girtin ku komîsyona lêkolînê ya hevpar bê avakirin. Gelek caran pêşnûma hatin berpêşkirin, ji bo ku derbarê erdhejê de komîsyon bên avakirin. Lê partiyên îqtidarê her tim ew red kirin û axêr hat qebûlkirin. Ji lewra tiştekî ku biparêzin nemaye."    Olûç, ji bo tevdîrên derbarê erdhejê de bang kir û got: "Berpirsiyarê erdhejan feraseta bêtevdîr, efûya îmarê, avahiyên qaçax û rantparêz e. Ên hilweşiyane ne avahiyên qels in, a hilweşiyaye ev îqtira rizandî ye. A hilweşiyaya pergala rantparêz e."    DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ   Olûç, ji bo darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ku li dijî HDP'ê pêk hat jî anî ziman ku a hatiye kirin xespkirina vîna gel e û got: "Tayinkirina qeyûman jî bi vî awayî ye, girtina parlementeran û ên hatine hilbijartin jî bi vî awayî ye. Bi temamî bêhiqûqîtî ye. Wê çaxê jî me ji bo vê êrîşa tasfyeker û bêhiqûqî ya li dijî siyaseta demokratîk got, ev tenê ne li dijî HDP'ê ye. Tam 4 sal in li dijî partiyên siyasî, mafê siyaseta demokratîk, saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî êrîşeke mezin pêk tê. Armanc çi bû? Armanca van êrîşên li ser siyaseta demokratîk çi bûn? Tasfiyekrina HDP'ê bû, armanc me ji siyasetê dûr bixin, lê em bi awayekî birbiryar li ber xwe didin û em ê bidin."    'DÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE'   Olûç, destnîşan kir ku dê tu carî ji sekna xwe ya di siyaseta demokratîk de tawizan nedin û got: "Em ji niha pê ve jî nedin. Me serî netewand. Em li ser pêyan e. Em têkoşiyan û em ê ji niha pê ve jî tevî hemû pêkhateyên xwe, hilbijêrên xwe û endamên xwe sekna xwe ya di siyaseta demokratîk de bidomînin û dê têkoşîna me ya li dijî vê îqtidara faşîzan û bêhiqûqî bidome."