Li Amedê gelek esker, gardiyan û girtî bi koronayê ketin 2020-11-04 16:25:54   AMED - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê gelek girtî, gardiyan û esker bi vîrusa coronayê ketine.   Lİ Tirkiyeyê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê her roja ku derbas dibe zêdetir dibin. Li gorî agajiyên ku hatin bidesxistin; li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 20 gardiyan, 15 esker û 16 girtî bi vîrusa coronayê (covîd-19) ketine. Girtiyên ku bi vîrusê ketine di odeyên yek kesî de di karantînayê de tên girtin. Lê nehat zanîn ku gardiyan û eskerên bi vîrusê ketine tedawî dibin an na.    Girtîgeha Tîpa D a Amedê derbarê mijarê de diyar kir ku bi riya telefonê nikarin agahiya bidin, ji bo agahî girtinê divê serî li Dozgeriya Girtîgehê bê dayîn.