Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan 2020-11-04 12:00:55   OSMANIYE – Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan. Kirariyên hevserokan ên li emniyetê didome.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê ve hatibû destpêkirin de îro serê sibehê polisan li navenda bajar bi ser gelek malan de girtin.  Polisan, di serdegirtina malan de Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê Kadriye Tore û Alî Coşkûn û rêveberên HDP’ê yên bajar Celal Aydin, Mehmet Yildirim, Osman Atîlla û Devran Demîr bi angaşta “endamtiya rêxistinê” binçav kirin.    Har diyarkirin ku piştî gotinên girtinên wan li emniyetê bi dawî bûne Aydin, Yildirim, Atîlla û Demîr hatine berdan û kirariyên gotin girtinê yên hevserokan jî hê didome. Beşdarbûna çalakî û bernameyên demokratîk ji HDP’iyan hat pirsîn.