Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin 2020-11-04 10:12:41   SÊRT – Îhsan Erdemcî ku hatibû diyarkirin hatiye revandin mirî hat dîtin.   Îhsan Erdemcî (55) ku rojek berê ji aliyê kesên nasnameya wan diyar ve li gundê Torik ê navçeya Dihê ya Sertê hatibû revandin, mirî hat dîtin. Duh piştî ku Erdemcî ji aliyê 2 kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin, malbata wî serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Dihê dabûn û îro cenazeyê wî li binî darekê hat dîtin.    Leşkeran cenazeyê Erdemcî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê. Serdozgeriya Komarê ya Dihê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.