Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin 2020-11-04 09:08:35 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê Tirkiyeyê belav bûye û got, hemû parêzvanên mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabin.  Li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê her ku diçe şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan girantir dibin. Herî dawî bi hinceta "Nexşerê" ya Ocalan ku berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû, hevdîtina bi parêzeran re heya 6 mehan hat qedexekirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztuk, derbarê tecrîda li Îmraliyê û deklerasyona ku bi dirûşmeya “Em yekitiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin” aşkere kiribûn de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘TECRÎD LI SER HEMÛ TIRKIYEYÊ YE’   Ozturk, têkildarî deklerasyona aşkerekiribûn de wiha got: “Desthilatdariya hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ya faşîst 5 sal in şerê qirêj yê li hemberî gelê kurd û destkeftiyên hemû gelê Tirkiyeyê kûr dike. Hêzên mûhalîf niha nikarin li Tirkiyeyê dengê xwe derxînin. Dixwazin kesên ku li dijî wan gotinekê dibêjin ji holê rakin. Tecrîd jî tenê li ser kesayeta Birêz Ocalan nîne. Heke îro kesek nikaribe dengê xwe derxîne, mudaxile li saziyên sivîl yên civakî were kirin wê demê tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê ye. Mînakên tecrîda li Tirkiyeyê li tu derê tune ne. Tecrîda girankirî ya Girava Îmraliyê ku evqas sal in didome nayê qebûl kirin. Ji ber wê yekê gereke kesên hiqûqê, mafê mirovan û demokrasiyê diparêzin dengê xwe derxînin.”   ‘ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ LI HEMBERÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN E’   Ozturk, da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê li hember destkeftiyên gelê kurd pêk tên û got: “Heke em yekîtiya neteweyî di nava xwe de ava nekin wê dewleta Tirkiyeyê pergala xwe ya perçekirina kurd dewam bike. Dema em li sedsalên dawî dinêrin li her çar perçeyan jî bi vî şiklî nêzîkî gelê kurd bûne. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan vîna gelê me xesp kirin û êrîşî zimanê me û çanda me kirin. Dixwazin kurdbûnê ji holê rakin. Zimanê kurdî zimanê KCD’ê, HDP’ê tenê nîne. Ev yek dijminatiya gelê kurd dide nîşandan. Gereke em li ser van esasan bifikirin. Ev yek ji bo her çar perçeyan jî wisa ye. Îro li Başûr li hemberî PKK’ê operasyonan dikin, lê em baş dizanin ku armanc ne PKK’ye. Li gelek deverên Başûr xwe bi cih kirine. Armanca vê yekê çi ye? Dema êrîş li hemberî hebûna kurd çêbibe gereke gotina me mafê gelê kurd û Kurdistanê û parastin be.”   ‘BI BÊDENGIYÊ FAŞÎST ROJ BI ROJ BI HÊZTIR DIBIN’   Ozturk, bilêv kir ku cihê ku lê şer hebe faşîst xwe li her beşa civakê saz dikin û wiha berdewam kir: “Divê hêzên mûhalîf bi rê û rêbazên demokratîk bibêjin êdî bes e. Di serî de jî tecrîd heye. Çima tecrîd? Birêz Ocalan bi fikrên xwe pêşiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn vekir û niha jî berxwedaneke bêhempa dide. Em jî di tecrîdê de ne. Em ê çawa li ber xwe bidin? Heke îro em nikaribin li derve daxuyaniyekê bidin, di medya civakî de kes nikare bibêje aşitî, binçavkirin çêbin, nexwe tecrîd li ser me jî tê meşandin. Me ji bo ku em ê vê tecrîdê çawa bişkênin deklerasyonek îlan kir. Hewceye gav were avêtin. Bi sekinîn û bêdengiyê faşîst roj bi roj bi hêztir dibin.”   ‘LI SER TECRÎDÊ DESTHILATDARIYA XWE BERDEWAM DIKIN’   Ozturk, qala girîngiya rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikumeta AKP’ê û MHP’ê ya faşîst li ser tecrîda di kesayeta Îmraliyê de li hemû Tirkiyeyê tê meşandin desthilatdariya xwe berdewam dike. Naxwazin ku gel birêxistin bibe, saziyên sivîl dengê xwe derxînin û ji ber vê yekê tecrîd li ser gel giran kirine. Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka gelê kurd e. Wê çawa çareser bibe? Dema em sed salên dawî yên Tirkiyeyê dinêrin tim koçberî, qetlîam çêbûne. Ji ber wê em dibêjin rol û mîsyona Birêz Ocalan gelek girîng e. Gereke hemû gelê Tirkiyeyê vê bibîne.”    Ozturk, anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan were rakirin girêdayî deklerasyonê çalakî dane destpêkirin û wiha lê zêdekir: “Hevalên jin û ciwan ji bo şikandina tecrîdê bername danîne pêşiya xwe. Bi pêvajoyeke demdirêj li gor esasên deklerasyonê em ê jiyana xwe birêxistin bikin û gav biavêjin.”   ‘HIQÛQEKE CÛDA LI SER ÎMRALIYÊ TÊ MEŞANDIN’   Ozturk, bibîrxist ku di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerê” ya Ocalan ku ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin û got: “Pergalek û hiqûqeke cuda li ser Îmraliyê tê meşandin. Li Tirkiyeyê berê usulek hebû, lê niha her tişt bi kêfî ye. Ji bo Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û tecrîda bêhiqûqî ji holê rabe hevseroka me Leyla Guven û gelek hevalên me ketin greva birçîbûnê. Hin hevalên me li girtîgehan şehîd bûn. Wê demê Wezîrê Dadê got 'ji bo Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne tu pirsgirekeke hiqûqî tune ye.' Lê îro 'Nexşerê' ya Birêz Ocalan a ku 11 sal berê şandiye dikin sedem. Naxwazin dengê Birêz Ocalan were bihîstin. Ji ber wê yekê ji DMME û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hincetan çêdikin. Ji ber pêşerojê ji aliye hiqûqê ve tiştek neyê pêşiya wan, ceza didin. Demekî dirêj e dewlet vê qûrnaztiyê dike. Lê qûrnaztiyê tu car encam negirtiye û nagire jî. Encamnegirtina wê dîsa girêdayî me ye. Gereke li hember tecrîdê gav biavêjin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”   ‘BERIYA 11 SALAN HIŞÊ WE LI KÛ DERÊ BÛ?’   Ozturk, destnîşan kir ku ji hevdîtinên Îmraliyê yên berê re digotin ‘koster xerabûye’ niha jî ji bo sedemekê bibînin û bingeha wê amade bikin ceza didin Ocalan û wiha pê de çû: “Madem Nexşerê sûcê dîsîplînê bû, nexwe 11 sal berê hişê we li kû derê bû? We çima wan çaxan ceza neda, lê îro didin. Ewropa jî ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe dernaxîne, saziyên mafê mirovan ên Ewropayê jî bêdeng in. Tespîtên CPT’yê ne yên îro ne. Ji ber wê yekê hewceye gav were avêtin. Ji sala 1999’an û vir ve tecrîd heye lê pişt re dem dem li gor çareserkirina pirsgirêka kurd carina giran kirine carina jî sivik kirine.”   ‘DIVÊ EWROPA BIRYARÊN GIRTINE PÊK BÎNE’   Ozturk, diyar kir ku biryara Komîteya Daîmî ya Meclîsa Konseya Ewropayê ya derbarê rakirina tecrîda ser Ocalan de biryareke girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heger CPT erka xwe bi cih bianiya, jixwe îro me qala tecrîdê nedikir. Gereke CPT li gor armanca xwe gav biavêje. Hewceye li hemberî îşkence û tecrîdê seknekê nîşan bidin û ji vir û şunde biryarên ku girtibin pêk bînin. Heta niha Tirkiyeyê dewletên Ewropayê bi şantajan bêdeng hiştin. Birêz Ocalan, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn di siyasetê de aktorekî mezin e. Lewma ji bo ku îro rola xwe bilîze divê di şert û mercên azad de xebatên xwe bike. Hewceye ev şert û merc werin avakirin. Ez bi hêvî me ku wê Ewropa biryarên xwe pêk bîne û gavina biavêje. Divê di gotinê de nemîne. Erka wan çi be çi diparêzin gereke wê pêk bînin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek