Li avahiya Barzanî biryara 'şer' 2020-11-04 09:08:33 DIHOK - Derket holê ku di civîneke taybet ku di 27'ê Cotmehê de li avahiya Mesûd Barzanî hatiye kirin, biryara "Operasyona Garê" hatiye girtin. Piştî vê civînê, liv û tevgera PDK'ê ya li hemberî Garê û Şengalê, zêde bû.  Endamê Komîteya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mûrat Karayilan, di 27'ê Cotmehê de ji ber ku yekîneyên taybet ên girêdayî malbata Barzanî li cihên ku hêzên wan lê ne tên bicihkirin, fikarên xwe anîbûn ziman û ji Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî xwestibû ku li ser vê yekê bisekine. Barzanî jî duh na pêr bii awayekî nivîskî bersiv da banga Karayilan. Barzanîn, ji hêlekê ve diyar kiribû ku "Wan şerê di navbera kurdan de heram kiriye" û ji hêlekê ve jî ji bo operasyonên Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datîne û hema bibêje sinyala "şer" dide. Daxuyaniya Barzanî ku PKK'ya ku 39 sal in li vê herêmê ye wekî "dagirker" pênase dike, di heman demê de wekî "dagirkirina Tirkiyeyê qebûl dike" tê nirxandin.    CIVÎN LI AVAHIYA BARZANΠ   Di demên dawî de li herêmên ku PKK lê ye û Mesûd Barzanî vê yekê wekî "gefekê" dibîne, liv û tevgera PDK'ê zêde bûye. Liv û tevgera li garê ku her diçe zêdetir dibe, piştî civîna ku di 27'ê Cotmehê de tevî heyeta îstixbarata Tirkiyeyê li avahiya Barzanî ya li Durê hat kirin, liv û tevgera navbirî zêdetir bû. Li gor agahiyên derbarê naveroka civînê de bi dest ketine, di civîna ku bi serokatiya mesûd Barzanî hatiye kirin û 3 saetan dewam kiriye de, ji bo Garê biryara operasyonekê hatiye girtin. Di civînê de, di çarçoveya operasyona hevpara ya Tirkiye-PDK'ê de cihên ku dê PDK lê bên bicihkirin hatine diyarkirin. Partiy Yekîtiya Niştimanîya Kurdistan (YNK) tevli vê civînê nebûye û di civînê de ji bo YNK jî daxilî pêvajoyê bibe biryar hatiye girtin ku hevdîtinek bi Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî re bê kirin.    PDK AMADEKARIYÊN ŞER DIKE    Hêzên Gulanê yên bi awayekî taybet hatine perwerdekirin û girêdayî kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî ne, ji 25'ê Cotmehê ve ber bi bajaroka Dînartê ya navçeya Akrê ya Duhokê ve tên şandin. Ji bo hêzên PKK'ê bên dorpêçkirin li Çemankê, Bebadê, Şermînê û Bakrimanê nuqte tên avakirin.    Bi vê liv û tevgera ku hindik maye PKK û PDK pev bikevin, rayedarên PDK'ê li gundan li ser hev du civînan çêdikin. Li gor agahiyên bi dest ketin, rayedarên PDK'ê bi keyayên gundên girêdayî eşîreta Zebariyê yên li quntarên Çiyayê Bakurmanê civîn çêkirine. PDK, hem civînan çêdki hem jî hêzên xwe ber bi herêmê ve dişîne. Cardin Pêşmergeyên Zerevanî ber bi gundê Şermînê (gundê Riza Zebarî, xalê Mesûd Barzanî) ve hatine şandin. Gundê Şermînê yê mintiqeya Nehlê ya bajaroka Dînartê ya Akrê ku li bakurê Çiyayê Bakurmnaê dikeve. Her wiha hêzên Zerevanî li Çiyayê Gundik û gundê Zanayê hatine bicihkirin.    Piştî cvîna ku bi keyayan re hatiye kirin, rayedarên PDK'ê êvarî saet li dor 5'an heya saet 5'ê sibehê çûna nav erdan qedexe kir. Rayedaran diyar kir ku ji ber wê balafirên şer êvarî herêmê bombebaran bikin, qedexe hatiye danîn.    JI BO ZÎNÎ WERTÊ HÊZEKE TAYBET    Her wiha ji bo herêma Zînê Wertê jî ku serê biha gava hêzên PDK'ê xwestibûn biçin wir bûbû rojev, hêzên PDK'ê amadekariyên xwe dikin. PDK, li hemberî bertekên muhtemel ên gelê herêmê û tevliheviya navxweyî, dixwaze komeke 150 kesî ku ne ji Herêma Kurdistana Federe ne, li Zînê Wertê bi cih bike. Ev kom bi awayekî taybet hatiye perwerdekirin. Ev hêz niha li Bamernê li baregeha PDK'ê ne.    Di 15'ê Nîsana 2020'î de PDK'ê ji nişkave hêzên xwe û çekên giran şandibûn Zînê Wertê, lê belê hem gelê herêmê, hem jî nivîskar, hunermen û siyasetmedar bertekine tund nîşan dabûn û ji ber vê PDK bi ser neketibû.    LI REWANDIZÊ NOQTEYÊN NÛ    Piştî hêzên Gulanê yên girêdayî Mesrûr Barzanî di 25'ê Cotmehê de li herêma Garê bicih bûn, di 26'ê Cotmehê de jî gelek makîneyên karî û hêzên eskerî ber bi devera Çiyayê Karoxê yê Rewandizê ve hatin şandin. Tê gotin, ji bo ku di navbera Çiyayê Karox û bajaroka Balpiştiyan û bajaroka Gerewanê rêyên nû vebikin, ev hêz hatine şandin. Li gor gelê herêmê armanc ne rêyên nû ye, tê xwestin bi vî awayî çûn hatine di navbera Karox û Garê de bê astengkirin. Di meha Nîsanê de jî piştî pêşmerge li Zînê Wertê hatibûn bicihkirin, hewl dabûn navçeya Ranya û Rewandizê ji hev qut bikin û rêya hêzên PKK'ê Sêwek, Zîn, Bêrîş û Karoxê têkin bin kontrola xwe û Qendîlê dorpêç bikin. PDK'ê, li herêma Xakûrkê, Sîdekan û Hefanînê jî hewl dabû heman tiştî bike.    PDK DIXWAZE LI ŞENGALÊ ÇI BIKE?    Her wiha qewimîn û geşedanên li Şengalê jî girêdayî vê liv û tevgera ne. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK'ê di 9'ê Cotmehê de peymanek îmzekirin, ji bo ku statuya xwerêvebirinê ya kurdên êzidî berteref bikin. Piştî vê gelek nerazîbûn û bertek rû dan û hîn jî dewam dikin. Lê belê ev hefteyek e PDK bênavber çek û muhîmatan ber bi herêmê ve dişîne. PDK li qereqola Feydî Pêşmerge ya nêzî Mûsilê çekan dide ser hev û hat gotin, gelek tanqên Mîlanî jî standine û hîn jî distîne. Hat destnîşan kirin ku ev tankên taybet ber bi Şengalê ve hatine şandin. Ev liv û tevgera PDK'ê wekî 'amadekariyên şer" tê nirxandin.    Her wiha hat detsnîşankirin ku wê Pêşmergeyên Roj ku li herêma Xenz a Dihokê ji hêla îstixbarata Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, bişînin Şengalê. Hat hînbûn ku Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan du meh berê bi hin rayedarn hikûmeta navendî ya Iraqê û heyeteke PDK'ê re civînek çêkiriye û di civînê de derbarê Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de hin plansazî kirine û di çarçoveya van plansaziyan de hatiye xwestin ku ji bo rêveberiya xweser a Şengalê bê tasfiyekirin divê Pêşmergeyên Roj bişînin Şengalê û ambargoya li ser Kampa Mexmûrê hîn bêtir bê jidandin.    MA / Erdogan Altan