Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111 2020-11-03 23:16:00   ÎZMÎR - Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dan bû 111.    Serokatiya Rêvebiriya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) daneyên dawî yên derbarê Erdheja Îzmîrê da parve kirin. AFAD'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ki hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bûye 111 û hezar û hezar 35 kes jî birîndar bûne û ji birîndaran 898 jê tabûrcî bûne û tedawiya 137 kesan jî didome. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li 4 avahiyên ku li 3 deverên cuda ne, xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.