Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2020-11-03 16:54:54   STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê wan re ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Bûrsayê ve hat redkirin.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dabûn û xwestibûn ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin. Serlêdana parêzeran ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo 6 mehan ku di 23’ê îlonê de ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû girtin ve hat redkirin.    Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, di sala 2019’an de piştî 8 salan 5 hevdîtinan pêk anîbûn.